• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Emerîka li ser êrîşên hêzên tirk yên dijî YPG daxwuyanî da

Emerîka li ser êrîşên hêzên tirk yên dijî YPG daxwuyanî da


barkirin: Pûşper 1, 2017, 1:03


Emerîka li ser lêdana YPG ji aliyê Tirkî ve daxuyanî da
Ji aliyê wezareta parestinê ya Emerîka ve civîneka rojnamevanîyê hate lidarxistin û rewşên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê hatine şîrovekirin.

Berdevkê Hevpeymaniya dijî DAÎŞ ê Ryan Dillon bi rêka telekonferansê beşdarî civîna Rojnamevanîyê ya li Pentagonê bû û bersiva pirsên rojnamevana da.

Di daxuyaniya xwe de berdevkê hêzên hevpeyman diyar kir û got "Em di wê endêşeyêdene êrîşên li ser YPG xisarê bide şerê me yê DAÎŞ ê.

Rojnamevanê Televizyona Al Hurra ji Dillon pirsa êrîşên hêzên dewleta tirk li ser YPG pirsî.

Dillo got; Me jî ew raporana dîtin. Hêzên rejîmê dibin an hêzne dîtir dibin, em bi gumanin bala me ya li ser Reqqa yê belav bikin. Ez rasterast bo mijara we pirsî nabêjim lê bi giştî hewldanên weha dê xisarê bidin şerê me yê dijî DAÎŞ ê. Me bala xwe daye ser şerê dijî DAÎŞ'ê û em dixwazin weha berdewam bikin.

Li himber pirsa "Hun dê YPG li himber Tirkîyê biparêzin?" Dillon got; Em nayêne wê astê ez naxwazim gengeşe bikim.
 

dîtin: 199

Pêveker:

emerika tirkî ypg dillom