• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Emerîka; Ji bo lêdana PYD tu lihev kirin nînin

Emerîka; Ji bo lêdana PYD tu lihev kirin nînin


barkirin: Gelawêj 13, 2015, 9:01


Berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê Mark Toner, di konferansa çapemenî ya rojane de ji peyamnêran re got: ” Me li ser êrişên hewayî bi Tirkiyê re li hev kiriye, ne avakirina herêma tampon.”

Piştî ku rayedarekî wezareta derve ya Tirkiyê behsa lihevkirina vî welatî bi Amerîkayê re ji bo avakirina herêma tampon li bakurê Sûriyê kir, berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê ev lihev kirin red kir.

Doh yek ji cêgirên wezareta derve ya Tirkiyê, Fereydoun Sinirlioglu ragehandibû: welatê vî bi Amerîkayê re ji bo avakirina herêmeke tampon di nav axa Sûriyê de bi dirêjahiya 95 kîlometran û kûrahiya 48 kîlometran lihev kiriye.

 

Sinirlioglu herwiha gotibû: ”Li gor lihev kirinê, eger hêzên grûba Dewleta îslamî (DAÎŞ) û YPG ê bêne nav herêma tampon dê ji aliyê firokeyên Amerîka û Tirkiyê hedef bêne girtin.”

Mark Toner bêxeberiya xwe ji vê li hev kirinê ragihand û got: ”Em şerê li dijî YPGê qebûl nakin.”

 

Ev di rewşekî de ye ku li gorî agahiyên herêmê roja 10ê Tebaxê, Dewleta Tirkiyê li ser navê koma bi navê Sultan Murat ji deriyê sînor yê Bab El-Hewa ya bajarok Ezazê ketine nav axa Sûriyê.

Piştî daxuyaniya rayedarên Tirkiyê ji bo avakirina herêma tampon, grûba Cebhet El-Nusre ku yek ji grûbên ser bi rêxistina El-Qaîdê li Sûriyê ye ragehand, dê hêzên xwe ji herêmên di bin kontrola xwe li bakurê vî welatî paşve vekişîne.

 

Herwiha îro 12ê Tebaxê serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu di hevpeyvîna bi kanala BBC yê re got: ”dê ji bo avakirina ”herêmeke ewle” ji bo awareyên Sûriyê bi Amerîkayê re kar bikin.”

Gelek welatên herêmî û rojavayî li dijî îsrara Tirkiyê ji bo avakirina herêma tampon in û vê yekê ji bo rêgirtina ji pêşrewiyên YPG ê û Kurdan dihesibînin.

 

Rewanbêj

dîtin: 219

Pêveker:

emerîka ji bo lêdana pyd tu lihev kirin nînin