• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Emerîka li hevkaran digere

Emerîka li hevkaran digere


barkirin: Gelawêj 30, 2013, 8:58


Ji bo desttêwerdana Sûrî Emerîka li hevkaran digere.

Desttêwerdana Sûrî ji aliyê hêzên mezin yên cîhanî ve misoger diyare. Piştî biryara parlementerên Ingilîstanê ya piştdestkirina desttêwerdana Sûriyê, Emerîka kete nav tevgerekî nû de. Dibe ku Emerîka bi tena xwe jî êrîşê pêk bîne.

Herçend Obama piştî hatina ser desthilata Emerîkayê wekî kesekî aşîtîxwaz hate dîtin û hate pêşwazkirin jî, li gorî daxuyaniyên rayedarên Emerîka û rêvebiriya Emerîka kongra Emerîka biryara êrîşê derbixe dernexe jî dibe ku ji aliyê Obama ve bi tenê jî biryara êrîşê bête dayîn.

Elmanya  jî diyar kir ku êrîşeke dijî Sûrî naxwazin

Piştî ku li Ingilîstanê di Kamara Avan de di encama dengdanê de li himber 272 dengan bi 285 dengan ve êrîşa Sûrî hate piştdestkirin, Elmanya jî bi rêka parlementerên xwe ve aşkere diyar kir ku him ji bo êrîşê tu vexwendin ji wanre nehatiye û him jî ewana ji bo berjewendiyê Elmanya êrîşekê ji bo Sûrî di cîde nabînin. Elmanya li himber rewşa herêmê kete nav gotûbêjekî nû de. Elmanya ji bo êrîşa dijî Sûrî bêxwestekiya xwe diyar kir.

Wezîrê derve yê Elmanya Guido Westerwelle daxuyaniyek da Rojnama Neue Osnabrûcker Zeitung, Di daxuyaniyê de Westerwelle da diyarkirin ku êrîşeke dijî Sûrî ji aliyê wan ve nayê hiziranddin.

Berdevkê Hikumetê Steffen Seibert jî got – Em ne hizirîn ku beşdarî desttêwerdana leşkerî bibin  em neha jî nahizirin-.

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel jî carekî dîtir jî da diyarkrin ku ew alîgirê çareseriya Demokratîk in. Hevdîtina telefonê ya navbera Merkel û Serokkomarê Rusya Vîladîmîr Pûtîn jî bi heman şêweyî li ser hizrê pêkhatinên siyasî û demokratîk encam da.

Elmanya jî ji aliyê dîtir ve di daxuyaniyên fermî de li ser hêza xwe ya Mereş û Dîlok ê jî daxuyaniyên balkêş dan.

Di derbirîn û daxuyaniya Elmanya de tête gotin ku Tirkî piştî ku xwe aşkere wekî aliyê şer ragihandiye êdî ew li ser hêza xwe ya li Tirkî ketine gûmanê û êdî mayina hêza wan li Mereş û Dîlokê pêdivî bi biryareke nû ya Parlemenê heye.
Bi hêzên natoyê ve him bi mûşekên patrîot him jî 300 leşkerên Elmanî li tirkî bicî dibin. Liser biyanoya ku êrîşeke Sûrî dijî tirkî çêbibe ev hêzana hatibûne bicîkirin, lê êdî ji aliyê çavkaniyên Elmanya ve jî aşkire bû ku hêzên El Nusra û hêzên tund yên îslamî ser tirkî ve û bi desteka Tirkî ve diçine Sûrî. Di dema dawî de jî ji aliyê Tirkî ve aşkire hate ragihandin ku ew aliyekî şerin. Beramber vê ragihandinê Elmanya dixwaze hêzên xwe şûnve bikşîne û ji çala reş ya Sûrî ditirse.

rewanbej.com

dîtin: 355

Pêveker:

emerîka li hevkaran digere