• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Abdurrahman Onen

Ez ji Dêrika Çîyayê Mazî (navçeya Mêrdînê) me. Ez mamosteyê erdnîgarîyê (cografya) me. Min çend salan li Kurd-Kav û Weqfa İsmail Beşikçi mamostetîya dersa Kurmancî kir. Min gelek salan jî mamostetîya dersa kompîturê kiriye.

 

Di destpêka salên 1990î de hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo rêxistinîbûnê dest pê kir. Pirtirîn li metropolên Tirkîyê, lê li welêt jî têkildarîyeke xurt pêk hat. Armanca sereke ya mamosteyên Kurd ev bû:

“Mamosteyên Kurd tenê van karan pêk bînin bes e:

- Di nav mamosteyên Kurd de geşkirina xwendin û nivîsandina Kurdî.

- Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.

- Wergera pirtûkên dersan yên bi tîpên Kîrîlî, Erebî û hwd. ji bo tîpên Latinî.

- Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatibûn nivîsandin.

- Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.”

 

Ji ber hin sedeman ev tevgera me wek ku me hêvî dikir nemeşîya. Piştî ku tevgera me têk çû, min biryar da ku ez ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebitim da ku wek mamosteyekî Kurd kanibim dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bidim.

 

Min dît ku ji bo erdnîgarîya bi Kurdî bingeh tune, bêjeyên erdnîgarî yên bi Kurdî pir kêm in. Min du çavkanî pêde kirin: 1- Cografya Kurdîstanê, Amedekar: A.Tîgrîs, Nasir Razazî, Fahad Gardawan, Swêd, Hezîran 1993, Weşanên APEC. 2- Abdulla Gafûr, Cografyaya Kurdîstanê (Geography of Kurdistan), Weşanên APEC, Swêd, 1993. Ya yekem 93 rûpel bû, ji 1/3 jî wêne (risim) û nexşe bû. Ya duyem jî bi Soranî û bi tîpên Erebî bû.

 

FERHENGA ERDNÎGARÎYÊ

Lewra min biryar da ku ez di destpêkê de ferhenga erdnîgarî ya bi Kurdî amade bikim. Gava ku bêjeyên erdnîgarî yên Kurdî tunebin, li ser erdnîgarîya Kurdîstanê nivîsandin pir dijwar e, heta ne mumkun e. Bi vê bîr û bawerîyê, min dest pê kir ku hemû nivîsên Kurdî bixwînim da ku bêjeyên erdnîgarî pêde bikim. Ji bo ku ez kanibim hemû nivîsên Kurdî yên ku bi elfabeyên cuda hatine nivîsîn bixwînim, ez li ser elfabeyên Kîrîlî û Erebî jî xebitîm. Min hin nivîs, kovar, rojname an pirtûkên bi tîpên Kîrîlî û Erebî jî xwendin. Bi qasî 4-5 salan tenê min xwend: çîrok, roman, rojname, bîranîn, dîrok, kovar, helbest û hwd çi ket ber destê min, min xwend û min peyv û bêjeyên erdnîgarî berhev kirin.

 

Di pêvajoya vê xebata berhevkirinê de min dît ku bi rastî jî Kurdî zimanekî dewlemend e, bawerîya min ya bi Kurdî û ya bi xwe jî hîn xurt bû. Piştî ku ferheng qedîya min dît ku ev bawerîya min ne xewn, xeyal û goman e, di cî de ye: Hejmara bêjeyên bi zimanên din li dor 3 hezaran, yên Kurdî jî nêzîkî 4 hezaran in. Hin bêjeyên di zimanên din de nehatine nivîsandin di beşa Kurdî de hene, ev hebekî dibe sedemê pirbûna bêjeyên Kurdî, lê hejmara van bêjeyan ji sed-dused hebî ne pirtir e.

 

ERDNÎGARÎYA KURDISTANÊ

Piştî ku Ferhenga Erdnîgarîyê di sala 2008an de hat weşandin, min dest bi karê erdnîgarîya Kurdistanê kir.

Min hemû çavkanîyên di destê min de bûn xwendin û qeydkirin. Min biryar da ku divê ez li seranserê Kurdistanê bigerim û bi çavên xwe bibînim û bi guhên xwe bibihîzim.

 

Min ji bo xwe bakurê Kurdistanê kir sê beş:

1- Erdexan, Qers, Erzirom, Erzîngan, Meletê, Mereş û Entab.

2- Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Agirî.

3- Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha û hwd.

 

Min xwest ku ji navîna bakurê Kurdistanê dest pê bikim. Lewma di sala 12hê Nîsana 2015 an de min dest bi gera Kurdistanê kir: Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Agirî.

 

Ez di sala 2013an de li hemû navçeyên Dêrsimê gerîyabûm. Lewma min  di sla 2015an de ji çewlîgê dest bi gera xwe kir. Bi qasî çar mehan ez li Çewlîg, Mûş, Bedlis, Wan û Agirîyê gerîyam.

 

Anuha Erdnîgarîya van şeş bajaran û navê mezre û gundên wan yên Tirkî û Kurdî ji bo çapê amade ne. Min navê 2.667 gund û yê 3669 mezreyan nivîsîne.

 

Ez bi hêvî me ku di demsala Payîzê de ev cîlda yekem ya Kurdistanê bê weşandin. Pişt  re jî ez ê bi qasî du salan li ser erdnîgarîya Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha û hwd bigerim û bixebitim. Paşê jî ez ê berê xwe bidim Erdexan, Qers, Erzirom, Erzîngan, Meletê, Mereş û Entabê.

 

Û ez dîsa bi hêvî me ku, ez ê karibim erdnîgarîya Rojava, Başûr û Rojhilat jî binivîsim.

 

  • 1