• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Bawer Agirî

Bawer Agirî, di sala 1984'an de li bajarê Agirî, navçeya Avkevirê, gundê Geldûşê hatiye dinê. Li gund dest bi dibistanê dike û dibistana seretayî li wir diqedîne. Piştî qedandina dibistanê ji bo xebatê diçe Stenbolê. Li wir hem dixebite hem jî dibistana navîn xilas dike. Di vê navberê de bi qasî du salan bi awayekî çalak di nav têkoşînê de cî digire. Ew ji ber bûyereke siyasî di sala du hezar û şeşan de tê binçavkirin. Du meh û nîvan di zîndanê de dimîne, dûre serbest tê berdan. Di sala 2012’an de dest bi nivîsandina helbestan dike. Ew hem helbestan dinivîse hem jî li ser zimanê kurdî dixebite. Ew niha li Stenbolê rûdinê û karê şêwirmendiyê dike.

  • 1