• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Çiya Mazî - Pel 2

Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960'î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.

Çiya Mazî ji sala 1993'an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.

Di sala 1997'an de, di pêşbazşiya çirokan a TUHAYDER'ê de xelata yekê, di sala 1997'an de pêşbaziya çirokan a NÇM'a (Navenda Çanda Mezopotamya) li Stenbolê bi çîroka "Agir jî dîl bû" xelata teşvikê, di sala 1999'an de pêşbaziya NÇM ya çîrokan de jî bi çîroka "Mistek jiyan dixwazim" xelata yekem stendiye.

Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya Sî, Stenbol.
Ferhenga Gotinên pêşiyanLêkolîn (2005). Elma, Stenbol.
Ferhenga Gotinên PêşiyanLêkolîn (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok.
Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol)
Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol.
Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol.
Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol.
Peyarêk- Şêwirgeha Tenêtiyê, Çîrok Weşanxane; Berbang 2013 Stenbol
Baxek Ji Folklora Kurdî-Ji Derdora Mêrdîn,Folklor/Lêkolîn;weşanxaneya Barbang 2014 Stenbol
Ez Çûm Ku Neçûm Ku- Ger û geşt. Weşanxaneya Berbang 2015 Stenbol