• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Hoşeng Osê

Hoşeng OSÊ: Nivîskar, rojnamevan, helbestan. 
Bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsîne. Di sala 1976ê de, li bajarê Dirbêsiya binxetê hatiye jiyanê.
Ji sala 1995ê ve, dest bi nivîsandinê kiriye û ji sala 2000'î ve xwe ji nivîsandinê vala kiriye. Bûye endamê desteya kovara "Sorgul" ku li Beyrûtê derdiket. Bûye endamê desteya weşana kovara "Rojda" ku bi zimanê Kurdî li rojavayê Kurdistanê derdiket.
Di sala 2007-2009 de qunciknivîsê rojnama Azadiya Welat bû. Nuha jî qunciknivîsê heftenameya rojnama Basnews e.
Nivîsên wî di gelek rojname û kovarên Ereb yên navdar hatine belav kirin, weke: Alhayat, Alşerq-Elewsat, Almustaqbal, Alsefîr, Alkhelîj, Alşirûq, Nezwa...hwd. gelek nivîsên wî hatine wegirandin zimanê Ingilîzî û Turikî û di rojnameyên weke "Radîkal" û "Günlük" û "Eljezîre-turk" de hatine belav kirin.
Di gelek TViyên Ereban û Kurdan weke şirovekarê siyasî derdikeve, mînak: "BBC-arabic, Skynews-arabic, Elhurra, Rûdaw, Kurdistan 24, Zagros...hwd".
Di ROJ Tv de, beşê erebî, weke edîtor, kar kiriye.
6 pirtûkên wî yên helbestê bi zimanê Kurdî û Erebî hatine çap kirin. Romaneke wî bi zimanê Erebî di dawiya 2016e de li Beyrûtê hate çap kirin.
Endamê: PENa Kurd, PENa navnetewî, PENa Belcîkî ye.
Endamê ye yekîtiya nivîskarên Sûrî ye.
Ji sala 2010a û vir de, li Belcîka dimîne û dijî.

 

  • 1