• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Omer Dilsoz

Di sala 1978ê de li gundê Gûzereşa Culemêrgê hate dinê. Di 23 saliya xwe de romana xwe ya yekemîn Hêviyên Birîndar weşand û pê re salên pêş Bêhna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Evrazên Çiyan, dîwana Bila Gotineke Min û Te jî Hebe nivîsandin. Ligel karê nivîskariyê rojnamegeriyê dike û li bakurê Kurdistanê dijî.

Herweha di gelek kovarên wekî Gula Tamara, Nûbihar, Tîgrîs, Vesta, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Çirûsk, Peyv, Nûbûn, her wiha rojnameya Azadiya Welat û Tûrik û hin malperan de wekî; www.yuksekovahaber.com, www.nûkurd.com, www.rewanbej.com de nivîsên wî yên li ser mijarên aktuel û edebî tên belavkirin.

Berhem

  • Hêviyên Birîndar, Roman, 2003, Weşanên Aram
  • Bêhna Axê, Roman, 2005, 207 rûpel, Weşanên Berçem
  • Bila Gotineke MinûTe jî Hebe, Helbest, 80 rûpel, 2007, Weşanên Berçem
  • Neynika Dilî, Roman, 2007, 250 rûpel, Weşanên Aram
  • Berbiska Zer, Roman, 2012, 257 rûpel, Weşanên Avesta
  • Hevrazên Çiyan, Roman, 2014 224 rûpel, Weşanê J&J
  • Ez û Em, Roman, 2015. Weşanên J&J

  • 1