• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdogan: Bila kurd li ser siyaseta şer ne meşin

Erdogan: Bila kurd li ser siyaseta şer ne meşin


barkirin: Rezber 26, 2013, 10:04


Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan dibêje, pêvajoya aşitiyê ne rawestyaye, her wiha got ku ew ramana ku gelên din înkar dikin û dixwazin wan tune bikin û xwe tenê xwediyê vê komarê dibînin, êdî bi dawî hat.

Erdogan di axaftina xwe ya li navenda partiya AKPê de bang li gelê kurd kir û got, “Werin vê lîstik û siyaseta ku li ser şer û çekan bi dehan sale  birêve diçû, rawestînin”.

Receb Tayib Erdogan ragihand ku, “Ewên dibêjin li Tirkiyê dîktator heye, bila di 30ê adara 2014an de li hilbijartinan wî dîktatorî ji desthilatê derxînin”.

Erdogan da zanîn ku pêwîste Wezareta Navxweyî û Artêşa Tirkiyê 600 hezar kesên ku ji leşkeriyê direvin, bigirin û wan bibin leşkeriyê.

dîtin: 392

Pêveker:

erdogan bila kurd li ser siyaseta şer ne meşin