• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdogan: Gotin “Ocalan xwestiye”

Erdogan: Gotin “Ocalan xwestiye”


barkirin: Êlûn 28, 2013, 3:03


Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan îro di merasîma de bal kişand ser roja duşemê 30/9 ku wê pakêta demokratîbûnê aşkira bike û da zanîn ku ev pakêta wan encama xebata wan a 11 salên berê û di wê rojê wê rabighînin.

Receb Teyîb Erdogan got: Roja Duşemê emê pakêta demokratîbûnê aşkira bikin. Me berê gotibû, (Yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet), îro jî û sibe jî emê vê bêjin.

Erdogan got: Ev 11`e salin ew bi bin ketin lê gel biserket. Îşalah roja duşemê wê ew dîsa bibinkevin. Ev pkêt wê li pêşiya azadiypê û aboriya demokratîk veke. Herî giring jî ev pakêt wê rê li pêşiya biratiyê veke.

Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan bal kişand ser hin gotinên ku dibêjin ew pakêta demokratîbûnê li ser daxwaza Ocalan bûye û weha pêde çû: Dibêjin (Ocalan xwestiye). Ev pakêt ew soza ku me di kongireya xwe dayî ne. planên me ne. di van 11 salan de her reformekê Tirkiyê mezin kiriye û biratiya me jî xurtr kiriye.

Erdogan bal kişand ser wê yekê jî ku wan di 11 salên borî de her carê xwestine vê gavê bavêjin her tim astengî jêre hatine danîn. Lê îro roja wê hatiye û kes nikare rê lê bigre û asteng bike.

Radîkal

dîtin: 376

Pêveker:

erdogan gotin