• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdogan: Herin li welatekî din dewleta xwe çêbikin

Erdogan: Herin li welatekî din dewleta xwe çêbikin


barkirin: Êlûn 15, 2013, 11:48


Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragihand ku ewên dewleteke duyem dixwazin, bila qisûrê nenêrin, li ku derê ji xwe re dewleteke din dibînin, bila kerem bikin herin li wir dewleta xwe avabikin.

Di merasîma vekirina balafirgeha Adiyamanê a bakûrê Kurdistanê de Receb Teyîb Erdogan axivî û got: “Yên ku li ser vê axa 780 hezar kîlometrokereyî dewleteke duyem dixwazin, bila qusurê nenihêrin. Li ku derê ji xwe re dewleteke din dibînin, bila kerem bikin herin li wir çêbikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe serokwezîrê Tirkiyê got: “Yên ku li ser xwîna Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bazirganiya tiryakê dikin, rantperestiyê dikin, di kozikan de dibin maşe, dê di bin giraniya vî barî de bimînin û nikaribin hesabê vê bidin.”

Erdogan bal kişand ku li Tirkiyê êdî red, înkar û asimîlasyon xilas bûye û got: “Li ser vê axê çi hatibe jiyîn, me bi hev re jiya. Me êş û keser û xembarî bi hev re parve kir.”

Erdogan behsa pêşkeftin û azadiyên di serdema desthilatdariya AKP de hatine encamdan û got: “We nedikarî hûn bi zimanê xwe yê zikmakî li ser telefonê biaxivin. We kilam û stranên xwe dizîve guhdarî dikirin. Lê bawer bikin li vir çi dihat serê we li rojava, başûr û bakûr dihat serê me jî. Awayê zilmê, rengê wê cuda bû lê zalim û zilm eynî bûn.”

 

Diyare Erdoxan ji pêvajoya aşîtiyê gelek cesaret wergirtiye û Kurdan bi rengê azad na bi rengê kole hez dike.

Rewanbej.com

dîtin: 469

Pêveker:

erdogan herin li welatekî din dewleta xwe çêbikin