• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdogan li Amedê dîsa got ”Yek netewe, yek al, yek welat”

Erdogan li Amedê dîsa got ”Yek netewe, yek al, yek welat”


barkirin: Adar 28, 2014, 12:16


Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Amedê axivî û dîsan behsa yek netewe, yek al û yek welat kir.

Di çarçoveya helmeta hilbijartinan de serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan li Amedê axivî û piştgiriya gelê Amedê ji bo berendamê şaredariya mezin ê AKP’ê Galip Ensarioğlu xwest û got: “Hûn piştgiriyê bidin birayê min Galip Ensarioglu, ez jî dê bibim şewirmendê wî.”

Ji ber sedema ku dengê wî ketibû Erdogan axaftina xwe dirêj nekir. Berî axaftina Erdogan, berendamê şaredariya mezin a Diyarbekirê Galip Ensarioğlu derket ser dikê û got ku bi saya AKP’ê îro mirov dikarin bi zimanê xwe biaxivin û bi rehetî dikarin tevlî şerpeyên xwe herin zaningeh û dibistanan. Di axaftina xwe de Ensarioglu got ku, şaredariyên BDP’ê (Partiya Aşîtî û Demokrasî) xizmetek baş nakin û eger ew bibê şaredar dê xizmeteke baştir bike.

Piştî Ensarioğlu jî Serokvezirê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan axivî û careke din gef û gurên xwe li ‘Cemaata Fethullah Gulen’ xwarin. Di axaftina xwe de, Erdoğan dev avêt BDP’ê û şaredariyên wê û got şaredariyên BDP’ê naxebitin û xizmetê nakin. Erdogan got ku BDP siyaseta Kurdîtiyê û MHP (Partiya Tevgera Neteweperest) jî siyaseta Tirkîtiyê dike, lê ew siyasetê ji bo gelê Tirkî tev de dikin û wiha axifî: “Wexta em hatin me got ‘yek netewe, yek  al, yek welat’, em nahêlin aleke din li rex ala me bilind bibe.”

Erdogan di berdewama axaftina xwe de behsa serdana xwe ya Amedê ya di 16’ê meha Sermawezê de jî kir ku Serokê Herema Kurdistan Mesud Barzanî û Şiwan Perwer jî hatibûn vexwandin. Erodgan careke din peyva ‘Kurdistan’ bikaranî.

Her çend ji bo mitîngê AKP’ê ji bajar û navçeyên din gel kom kiribûn jî beşdarî û coşa mitînga Amedê ne zêde bû.

dîtin: 436

Pêveker:

erdogan li amedê dîsa got