• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdogan serdana Kurdistanê dike

Erdogan serdana Kurdistanê dike


barkirin: Gelarêzan 26, 2013, 12:50


Hat ragehandin ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana Bexdayê yekser dê derbasî Hewlêrê bibe.

Li gor Haberturkê, wek bersivek bo serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî meha dahatû dê serdana Tirkiyê bike. Di heman mehê de wê Serokwezîr Erdogan jî biçe Bexdayê.

Di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de Erdogan, dê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bicive. Berî serdana Erdogan a İraqê, danûstandinên di navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de jî berdewam in.

Tê gotin ku di berdewamiya serdana xwe ya İraqê de Erdogan, dê serdana bajarê Kerkûkê jî bike. Li gor çavkaniyên Serokatiya Wezîran, dibe ku Erdogan biçe Necefê jî ku wek navenda Şîeyan tê naskirin.

dîtin: 378

Pêveker:

erdogan serdana kurdistanê dike