• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Êrîşa herî mezin di dîroka şer ya Kurdan de, Şerê rizgarkirina Şengalê

Êrîşa herî mezin di dîroka şer ya Kurdan de, Şerê rizgarkirina Şengalê


barkirin: Sermawêz 21, 2014, 12:48


Êrîşa ku di van hersê rojên dawî de nexşa wê hatî dayin û pêk hatî ji aliyê hemî Kurdan û cîhanê ve bi kêfxweşî hate silavkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê bi hemî aliyan ve berfirehiyên pîlana operasyonê û hêza Kurdan ku beşdarî êrîşê bûyî jî aşkere bû. Di vî warî de hevpeyvîn û belgeyên giring berî gelik rojname û amûrên çapemeniyê em bawerin di destê rojnameya Elmanî Bild ê de hene. Ji ber ku rojnameya Bîld di dema êrîşa Şengalê de li deverê bû û dihunê ragihand ku di rojên pêş me de ewana dê hevpeyvîneka berfireh di derbarê êrîşa Şengalê de biweşînin. Eve jî dide diyarkirin ku heya rojnamevanên Elman ji êrîşa Şengalê hebûye.

Li gorî agahiyên ku aşkere bûyî êrîşa herî mezin di dîroka şer ya Kurdan de pêk hatiye. Ji ber ku taybetiya vê êrîşê yek jê jî eve ye ku hêzên hevpeyman an ku hêzên navnetewî jî bi rêka êrîşên hewayê piştevaniya hêzên Kurd kirin. Li gorî agahiyên ku hatî dayîn nêzîkî 15 hezar Pêşmerge beşdarî oprasyonê bûne û bi nexşeke piralî êrîş dijî hovên daîş yên li Şengalê hatiye kirin.

Him gav bi gav pêkanîna nexşa vê êrîşê, him jî têkneçûna wê û serkeftina mezin, him jî piştevaniya hêzên navdewletî encama dîrokî ya vê êrîşê ku eve 4 mehe Kurd li hêviyê bûn aşkere dike.

Piştî parestina Kobanî ji aliyê hêzên Kurd û serkeftina Kobanî, bidestxistina Şengalê jî aşkere kir ku êdî Kurd xwedî hêzekî dewletî ne û ew karîna wan heye ku welatê xwe, xaka xwe bi her cûreyî biparêzin.

 

Rewanbêj

dîtin: 532

Pêveker:

Êrîşa herî mezin di dîroka şer ya kurdan de Şerê rizgarkirina Şengalê