• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Êrîşa mezin ya Pêşmergeyên Kurd destpê kir

Êrîşa mezin ya Pêşmergeyên Kurd destpê kir


barkirin: Gelawêj 3, 2014, 4:56


Piştî êrîşa çete û hovên DAÎŞ ê ya li himber Şengalê û dagirkirina Şengalê, hemî Kurd ketin nava guman û hêrseke mezin de. Piştî ku dihunê ji gelik deverên dewrû berê Şengalê hêzên Pêşmerga vekişiyan hovên DAÎŞ ketibûne Şengalê. Li himber vê yekê îro civîneke bilind ya ku ji Wezîrê karê hundur û erkdarên bilind yên artêşa Kurdistan pêk tê hate lidarxistin. Di encama biryara vê civîna giring de Pêşmerge ketin tevgerê da ku Şengalê ji çeteyên DAÎŞ ê paqij bikin û di heman demê de deverên giring yên Musilê bixin dest xwe de.
Li gorî hatî diyarkirin hejmareka zêde çekên giran jî îro gehane firokxaneya Hewlêrê û bi van çekên giran artêşa Pêşmerga dijî çeteyên DAÎŞ kete nava êrîşê de.

 

REWANBÊJ

 

dîtin: 556

Pêveker:

Êrîşa mezin ya pêşmergeyên kurd destpê kir