• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Esed bi xwebirêveberîya Rojavayê Kurdistanê û çûna pêşmerge bo wê razî ye

Esed bi xwebirêveberîya Rojavayê Kurdistanê û çûna pêşmerge bo wê razî ye


barkirin: Êlûn 10, 2013, 12:26


Serokê Surîyê Beşar Esed bi rêya parlemanterekî Kurdê Surîyê ve peyamek bo hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê re şandîye û ragiahndiye, ku ew dijî çûna pêşmerge bo nava xaka Surîyê nîne û dijî wê yekê naraweste. Beşar Esed herwisa ragihandiye, ku ew weke serokê Surîyê amade ye bi navê serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li Mesûd Barzanî bike.

Parlemanterê Kurd ê parlemana Surîyê Omer osê ku niha bi serdanekê li herêma Kurdistanê ye, ragihandiye, ku wî çend peyamên serokê Surîyê Beşar Esed ji berpirsên herêma Kurdistanê re anîye û niha ew li benda dîtina serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye da ku ewan peyaman bigihîne wî.

Omer Osê herwisa aşkira jî kiriye ku Beşar Esed daxwazkare ku Mesûd Barzanî rola xwe di nêzîkkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Dîmeşqê de bibîne. Osê daye xuyakirin, ku Esed dixwaze li gel Barzanî peywendîyeke baş hebe û niha jî razî bûye ku hindek maf bide Kurd, weke xwandin bi zimanê Kurdî, pêdana nasnameyê, vekirina kenalên esmanî û radyoyî bi zimanê Kurdî û çendîn mafê rewşenbîrîyên din.

Omer Osê di berdewamîya bêjedana xwe de tekez kiriye, ku ´´serokê Surîyê Beşar Esed li gel xwebirêveberî bo Kurdistana Surîyê ye.´´

Ew parlemanterê Surî herwisa ji kanala televiziyonîya Rûdawê re ragihandiye, ku ´´Esed gote min ku çûyî bo herêma Kurdistanê, ji berpirsên Kurd re bêje ku em qet dijî herêma Kurdistanê nînin´´

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêştir ragihandibû, ku amade ye bo parêzgarîkirin li hevwelatîyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê hêz bişîne Rojavayê Kurdistanê. Omer Osê parlemanterê Surî Omer osê di evê bareyê jî de ragihandiye, ku Beşar Esed agahdarê ewê peyama Barzanî ye û gotiye:´´ Beşar Esed dijî ewê nîne ku hêzên pêşmerge bihêne Surîyê û nawçeyên Kurdistana Surîyê biparêzin.´´

Osê daye xuyakirin:´´ Esed amad eye Barzanî weke serokê herêma Kuridstanê vexwîne bo Surîyê.´´ Osê tekez kir ku ew vexwandina ku pêştir Esed bo Barzanî şandibû, bi navê serokê herêma Kurdistanê bûye nek bi navê serokê partîya demokrata Kurdistanê.

dîtin: 438

Pêveker:

esed bi xwebirêveberîya rojavayê kurdistanê û çûna pêşmerge bo razî ye