• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Esed dê 18 ji % ji perlamena Suriyê bide Kurdan

Esed dê 18 ji % ji perlamena Suriyê bide Kurdan


barkirin: Rezber 22, 2013, 2:02


Esed dê 18 ji % ji perlamena Suriyê bide Kurdan.

Rojnameya Milliyet ya Tirkî roja duşemê diyar kir ku serokê Suriyê Beşar Esed gotiye ku ew amadeye di Suriya nû de 18 ji % ji kursiyên perlamenê bide Kurdan. Rojname dibêje Esed hewl dide beriya civîna Cenev-2 Kurdan bike alîgirê xwe.
Hemû kes dizane ku Kurdên Rojava rejîma Esed ji bo xwe weke dijminê herî tund dizanin. Ji xwe ev 40 salin ku li Suriyê Kurd di bin rejîma Baas de ji hemû mafên xwe bêparin. Lê dîsa jî piştî destpêkirina raperîna Suriyê heta niha Kurd li gel opozîsyona Suriyê jî negehiştine çi peymanekî. Ji ber ku opozîsyona Suriye hîna tu danpêdanê bi mafên rewa yê netewî yên gelê Kurd nehînaye.
Rojname diyar dike ku, Esed dixwaze reforman çê bike û wan rêforman jî di civîna Cenev-2 de diyar bike. Dê van pêşniyaran bike ku bi encûmena niştîmanî ya Suriyê re bigehe peymanekê. Di nava reformên navbirî de  gelek mijarên girêdayî Kurdan hene.
Rojname dibêje ku İlham Ehmed (endama encûmena Suriyê) gotiye ku Esed dixwaze babeta 18 ji % ji kursiyên perlamenê bide Kurdan û vê jî bixe yasaya fermî ya Suriye de.
Ji aliyê din ve serokê Suriyê Beşar Esed doh beşdarê bernameya televzyona El Meydaîn bû û diyar kir ku ew jî weke hemwelatiyekê Suriyê di hilbijartinên sala 2014 de bibe namzetê serokatiyê.

dîtin: 438

Pêveker:

esed 18 ji ji perlamena suriyê bide kurdan