• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Eşîreta Serokê MİT’a Tirkiyê ji ber hibijartinan bû du perçe

Eşîreta Serokê MİT’a Tirkiyê ji ber hibijartinan bû du perçe


barkirin: Adar 15, 2014, 9:39


Eşîreta Seyîtkî ku serokê îstîxbarata Milli ya Tirkiyê MİT’ê Hakan Fîdan ji vê eşîretê ye, ji ber hilbijartinên şaredariyan bû du perçe. Beşek ji eşîretê derbasê nava refên BDP bûn, li ser vê yekê di nava eşîretê de nîqaş derketin. Beriya demekê nêzîkê 2 000 kesên eşîreta Seyîtkî yên Erdîşa Wanê derbasê nava refên BDP bûn. Li ser vê yekê di nava eşîretê de nîqaş derketin. Pismamê Hakan Fîdanê serokê MİT’ê, Abidîn Can diyar kirku piştî ku ew çûne nava refên BDP, gundiyên din zext li wan kirine û gotine ku hûn çima çûne nava BDP? Divê gundê Hakan Fîdan dengê xwe bidin AKP. Can got: ‘Raste em xizmên Hakan Fîdan’in. Lê em Kurd in. Eşîreta me hetta niha li dijî PKK neketiye nava ti tevgerekê neyînî, her weha ciwanên me derketine  çiya’. Di berdewama axaftina xwe de Can diyar kir ku ew piştgiriya pêvajoya aşitiyê dikin û got: ‘Ji bo me dengên me pir giringin. Dema ez Stembolê bûm ji ber axavtina Kurdî me lêdan xwar. Ji ber vê divê em xudan i hebûna xwe derbikevin. BDP hilbijartina me ye, emê dengên xwe bidin BDP. Lê endamên din yên eşîretê zextê li me dikin û dibêjin nabe ji bilî AKP hûn dengên xwe bidinpartiyên din.

dîtin: 306

Pêveker:

eşîreta serokê m