• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
ETA dest ji çekan berdide

ETA dest ji çekan berdide


barkirin: Rêbendan 21, 2014, 9:41


Rêxistina ETA ku ji bo xweseriya herêma Baskê ya Îspanyayê têdikoşe, dest bi çekdanînê kir. Der barê mijarê de Komîsyona Pisporên Çavdêriya Agirbestê ya Navnetewî aşkere kir ku ETA’yê dest bi fermî çekdanînê kir.

Rêxistina çakdar ya ETA’yê ku ji bo xweseriya herêma Baskê ya Îspanyayê têdikoşe bi awayek fermî dest bi danîna çekan kir. Derbarê mijarê de endamê Komîsyona Pisporên Çavdêriya Agirbestê Ram Manîkkalîngam li Bîlbaoyê daxuyaniyek dan diyar kirin ku meha borî ETA’yê hindek çekên xwe radest kirine.

Ji aliyê din ve rêxistina ETA, daqxwaz dike ku hikûmeta Îspanyayê girtiyên siyasî neşîne derveyî herêmên Baskê.

dîtin: 384

Pêveker:

eta dest ji çekan berdide