• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ev Qirdên Karker rojane 1000 lib Guzên Hindî berhev dikin

Ev Qirdên Karker rojane 1000 lib Guzên Hindî berhev dikin


barkirin: Rêbendan 2, 2014, 2:33


Ev Qirdên Karker rojane 1000 lib Guzên Hindî berhev dikin

Li welatê Başûrûrojavayê Asyayê li Taylandê Qirdên biçûk weke karker têne şixulandin û rojaneher yek ji wan 700 heta 1000 lib Guzên Hindî berhev dikin.

Li Taylandê yek jê hêmanê sereke yê veberhênanê Guzên Hindîne. Li vî welatî Qirdên bi cûrê Makat hê ji biçûkaniyê ve ji malbata xwe têne veqetandin û ji bo komkirina Guzên Hindî têne perwerdekirin. Cotkar van Qirdên biçûk weke kola dişixulînin. Her qirdek ji 10 mirovan zêdetir Guzên Hindî berhev dike. Rojane her qirdek 700 hetta 1000 guzan berhev dike.

Darên Guzên Hindî heta 20metroyî bikind dibin. Ji ber vê hindek cotkar bi covên dirêjyên ku kêr li serê wan ve girêdayî guzan berhev dikin. Lê ev rêbaz pir bi zehmete. Lewma hindek cotkaran jî rêbazek baştir peyda kirine ku ew jî şixulandina Qirdên Makat e.

Di dema perwerdeya qirdan de xudanên wan tundiyê li dijî wan bikar tîne û wan naçar dike ku gotina xudanê xwe guhdar bikin. Qirdên ku weke kola têne perwerde kirin dema mezin jî dibin gotina xudanê xwe guhdar dijin û fermanan pêk tînin. Her weka ew dibin karkerên baş yên berhevkirina guzên Hindî. Di berdêla karê rojane de xudanê wan mûz an jî mango dide wan.

dîtin: 442

Pêveker:

ev qirdên karker rojane 1000 lib guzên hindî berhev dikin