• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Ex-Machina | Film


barkirin: Pûşper 2, 2017, 2:11
xwendin: 214


Filmekî ji yên Xeyalên Zanistî yên hetanî neha cûda, filmekî hizrê we di derbarê pêşerojê de bêhtir veke û asoyê xeyalên we bi rastiyê ve bixemilîne.  Ex Machina (wateya peyvê –Ji Mekînê) Filmeke di sala 2015 ê de li Ingilîstanê bi rêvebiriya Alex Garland ve hatiye derhênan.

Filmên xeyalên zanistî yên demên bihurî, bi taybet yên salên 70-80 yan bêhtir ji bo mirovan xeyalên bêsînor, hêvî û bendêmayinên vala ava dikirin. Kelecaniyeka ji rastiyê dûr di nava mirovan de çêdikirin.

Ex Machina her çend film Xeyalên Zanistê be jî, bi giranbûna xwe, mijarên gotûbêjê, bi taybet li dayin û sitandinên liser felsefê, zanistê, derûnê mirovî bêhtir film nêzîkî rastiyê dike.

Ji xwe di van çend salên dawî de –Hişê çêker- (mirov dikare bêje, hişê hunerî, hişê afirandî jî. bi Ingilîzî; artificial intelligence, bi Elmani; Kunstliche Intelligenz) di rojeva mirovan de ye. –Gelo dê computer, an ku teknîk bide pêşiya mirovan, dê mekîne karibin mirovan birêve bibin, wê karê ku mirov dikin mekîne karibin bikin-

Pirs ewas pêşde çûn û gihane wê astê; Di dema pêş de wê mekîne karibin mirovan bixapînin û mirovatiyê tune bikin?

Ev pirsana pirsên giringin û vê gavê di rojeva zanayan de ne.

Ex machina jî him pirsa vê yekê dike, him jî bersiva wê dide ji aliyê xwe ve.

Ciwanê bernameger Kelab (Caleb) bi xwe, di companyaya herî giring ya cîhanê mekîna lêgerînê de karê bernamegeriyê dike. Xwedanê vê companyayê yê nihênî û veşartî mayî Nathan jî, him ji kargehê dûr, him ji mirovan dûr, di maleka çiyayê ya taybet de dijî.
Kelab (Caleb) di pêşbirkeke companyayê de xelata ku heftiyekê di xaniyê çiyê de bijî werdigre. Lê belê heya wî ji wê azmûnê tune ya ketî nav de.

Di laşê keçeke ciwan ya bi navê Eva (Ava) de yekem Hişê Çêker li benda Kelab e.

Him di navbera Kelab û Nathan de, him di navbera Kelab û Eva de gotûbêjên giring, derûnê mirovan yê di navbera robot û hestê mirovî de diçe û tê derdibire.
Film ji bo kesên hez li filmên bilez û kelecaniya şer û pevçûnê dikin bêguman ne balkêşe. Lê belê kesên bi hiş, zanist, felsefe, pêşeroj û pêşketina teknîkê ve têkildarin ev film ji bo wan bêhempa ye.

Derhênerê Film; Alex Garland, Lîstikvan; Alicia Vikander(Ava), Oscar Isaac(Nathan), Domhnall Gleeson(Caleb), Sonoya Mizuno(Kyoko), Corey Johnson(Jay).

Pêveker:

ex machina alicia vikander ava oscar isaac nathan domhnall gleeson caleb