• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ey PDK | Ibrahim Osman

Ey PDK | Ibrahim Osman


barkirin: Gelawêj 11, 2017, 9:18


Te deriyê Rojava li ser PYD ê, hemû kes û tevgêrên ku nêzîkî bîrdoziya Öcalan in girtiye, ê Bakur jî ji leşkerên Tirk re vekirî hîştîye.

Lazim bû te ji bo pêkanîna tifaqa hêzên Kurdistan ên herçar perçeyan kar bikra, lê te dest ji tevî berda bi dûvê Erdogan girt. Ji bo tifaqa navxweyî pêk neyê çi ji destê te tê tu wê dikî.

Te xebat û çûhatina her hêzên ku ne wekî te ne li herêma xwe qedexe kiriye, lê meydan ji MIT a Tirk û bargehên artêşa Tirk re hîştiye.

Te heta nuha çend kurd û dostên kurdan teslîmî dewleta Tirk kirin?

Te kilît li deryê parlemento xistiye û biryarên dîrokî werdigrî. Hevpeymanên pêncî salên pêş bi dewletan re li ser navê gel îmze dikî.

Te partiya xwe xistî ye dewsa hikûmetê û biryaran li ser navê gelê kurd distînî. Ma ji ap û kur û birazî pê ve, kesên baqil li welat qelyane heta ku tenê hûn serokatiyê dikin?

Beriya referandûmê lazim bû te hêza pêşmergeyan bikra yek, bi çek û dîsîplîna artêşê ew ji bo şerekî ku biqewime amade bikra. Te ev nekiriye.

Ji sala 1992 an ve tu hikûmeti, te hê lîsteya hilbijêrên xwe dernexstiye. Ma ev ne kambaxiye. Ew qas sale tu bi çi re mijûl bû yî?

Ne tifaqa çar perçeyan lê te hê tifaqa hêzên başûr çênekiriye.

Tu zanibe ku keştî bi gotinan nameşe.

Madem tu hewil didî berbî serxwebûnê gavekê bavêjî û referandûmê çêdikî, wê çaxê amadekariyên xwe baş bike. Zanibe ku dewletên dagirker dê şerê te bikin. Divê ji referandûmê bêhtir tu ji bo şer jî amada be.

Lê wer diyar dibe ku te erbane xistiye pêş ga û hewil didî bajo.

Te serê xwe xistiye nava xîzê, hay û baya te ji qûna te nîne.

Divê neyê ji bîr kirin ku, ji bo tifaq û hevgirtina navxweyî şertê ewil demokrasî ye.

Demokrasî jî jiyane, av ê, nan e, heste, helweste, hebûn e. Yanî bey wê nabe. Çi çepgir çi oldar, çi karker çi karmend, ji heçî kesê bi rûmete re lazim e.
Ziman û rengê wê nîne.

dîtin: 91

Pêveker:

pdk pkk rojava ibrahim osman