• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ez çûm Amedê – 2

Ez çûm Amedê – 2


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Rêbendan 23, 2016, 3:13


Li nava bajêr, nêzî sûran

Îro 12.02.2016  roja înê ye. Li mala mazûbanê ewilî, sibehê saet di 9an de em çûn metbexê, taştê. Li ser taştê jî ji ber ku mijar her vedigere ser şer, ez dipirsim, çima gel ji bo Sûrê nakevin çalakiyek mezin an jî tiştekî bi bandor. Ji axaftina wan xuya dibe û dibêjin, ji ber ku gel hînî şer nebûne û tiştekî wisa mezin û bi mirin nedîtine, herwiha ji ber ku çalakiyên demokratîk û xwepêşandanê bê fêde dibînin, mirin bi mirovan nexweş e û w.d. Lê bawerî heye ku li hemû deran şer dest pê bike dê pirên kesan tevlê bibe.

Baş e dibêjim (ez dê vê pirsê ji her kesî bikim), heke aniha 500 şervan têkevin nava Amedê û hereketa kurd îlan bike bibêje “êdî me li hemî Amedê xweserî îlan kiriye”, hûn bawer dikin ku şervan karibin Amedê kontrol bikin? An jî kes û girseyên sivil dikarin li himber wan derkevin û bertekê nîşan bidin. Gotin , na tu kesekî ku li himber derkeve tuneye, ew û dewlet dimîne, ji xwe mirov wan nas dikin ku karin gellek tiştan bikin. Lê ku rêya revê hebe dîsa gellek kes dê koçî cîhekî din bikin. Heke li hemû Kurdistanê bê îlankirin, tu kes bi derekê de narin. Ev bandora psikolojiya ku YPS hêzeke ku dikare tiştên mezin bike û serdestiya wê ya psikolojîk li Amedê jî xuya dike.

Piştî taştê, ji ber ku dixwazim bi mirovên ji derveyî siyaseta aktif re biaxivim, ez rabûm çûm maleke xizmê xwe yî din, ji bo dîtina wan, taxa Kayapinar an jî Peyasê. Taxa Peyasê bi avahî û apartmanên xwe yî bilind û pir li nava Amedê navdar e. Taxeke ku nujenî lê pir e. Navendên çarşiyên konseptên nû (AVM) gellek in. Cadde û kolan fireh û plaza têra xwe henin. Gellek nexweşxaneyên navdar jî wekî Memorial li Amedê zûde bicîh bûne. Ev hemû bi rê de bi awayekî berbiçav xuya dike.

Xwediyê malê xaniyek li Mêrsînê jî kiriye ango ew jî wekî gellek kurdî li alîkî bi rojhilatê Anadolu ve têkildar e. Û Karmendekî dewletê yê 25 sale ye. Lê belê ji alî kurdîtî û welatparêziyê mirov dikare bibêje ji berê de radîkal e. Lê niha ji bo rewşa xendek kolandina li nava taxên bajarên Kurdistanê napejirîne û dibêje ev taktikek şaş e. Lewre van ciwanan  dikarîbûn gellek tiştên din ji azadiya kurdan re bikirana, lê niha di bodruman de tên kuştin. Lê dawî dawî tê ser Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê û dibêje heke ne bi vê yekê girêdayî be ev çalakî û şerê niha li nava bajaran çêdibin, ne hêjîyî tiştekî ye. Ji mirin û qetlkîamên Cizîrê pir diltengiyan dike û wekî zaafeke siyasetê binav dike. Pê re jî bahsa amadekariya xwe ya ku şerekî mezin derkeve ew dê here ku an çi bike û xwe biparêze dike. Ew jî bawer dike ku ev rewş dê veguhere şerekî mezin. Piştî sohbeteke duvdirêj, ez rabûm, min berê xwe da Şaredariya bajarê mezin ba hevalekî xwe yî qedîm ku karmendekî şaredariyê ye.

Ku mirov di dolmişê de li nava kolanên navendî dinêre mirov dibêje qey tu şer tune ye li Amedê. Gerxêle û qelebalixek mezin heye, lê dibe ku ji ber hewa xweş bû ev yek wisa bû. Li taxa Ofîsê ciwan bir bi bir digerin, qahwexane û çayxane tije mirov û aşxane bi muşteriyan dagirtî ne. Ku mirov li taxa Ofîsê nêzî parka Anitê dibe şer bi hemû amareyên xwe xuya dibe. Ew der nêzî Vilayetê ye. Li dora parkê toma û akrep rêz bi rêz in. Bariyer li dora parkê jî henin, ji xwe nêzî vilayetê wekî dîwar ji tomayan çêkirine. Lê dîsa jî mirov di wan bariyerana re derbas dibin û diçin li parkê rûdinin, cixareyan vedixwin. Deriyê Sûrê yê li ber Hala Sebze ya kevin, garana toma û akrepan e. Ne qorek tenê, çend qor bariyer li pey hev hatine danîn û polis li paş wan in. Tiştekî balkêş û bi qasî ku min dû re jî şopand, ji bilî ber van deriyên Sûrê tu polis an leşkerên ku bi cilên fermî, bi unîforma li nava bajêr nexwiyabûn. Her wiha erebeyên polîsan ku li ser polis dinivîsand jî qet tunebûn, bi taybetî min şopan lê min qet nedît. Min pirsî gotin ku êdî hemî polîs bi erebeyên sivil digerin.

Li alî Deriyê Çiyê jî, nexweşxane, dikan û erebe bi awayekî normal dixebitin. Bi qasî xuya dibe dixana şewatê ji navenda Sûrê bilind dibû û yek dudu dengê tekînên çekên destan dihat. Bariyerên li Deriyê Çiyê jî pir in û gellekî dirêj in. Herwiha Timên taybet jî hinek xuya dibin li ser akreban sekinî.

Bi silavdayinekê em li ba hevalê şaredariyê rûdinin. Bi pirsên xwe dîsa min xwest nêrînên wî û qewimînan ji devê wî bibihîzim. Pêşî dibêje ez pir xemgînim ku li Cizîrê ev cure tevkujî pêk hat. Herwiha çarenedîtina ji wan re ew jî pir heyîrî dihişt. Lê hinekî efsaneyên nava bajêr ku li ser şervan, leşker û pevçûnên wan li hundur Sûrê bêhtir ew bi hêz kiribû û hinekî din jî bi hêviya lihevkirineke mezin bû. Digot me bihîstiye ku toma û akrep û top nikarin têkevin taxên dora Minareya Çarnig, lê hemî avahiyên dikevin ber wan bi dozeran xera dikin û rê ji xwe re çêdikin. Ango tu tiştek li ber xwe qebûl nakin, xera dikin, kavil dikin û dimeşin. Wî jî digot ku ez bawer dikim ev şer dê hê mezin bidome. Û siyaseta kurdî ya legal û meşrû rexne dikir ku nikare çareyê bibîne. Ev jî hinekî bi rewşa şer ya giran ve girê dida ku di rojên giran de hindik kes li qadan dimînin. Herwiha hêviya wî hê bêhtir mezin xuya bû, digot bawer dikim ku êdî veger tune ye. Û wî jî dixwest daxwaza netewî derkeve pêş. Rewş bi Rojava re girê dida û ew jî wekî kesên ku berê min dîtin, ji Tv yên kurdan bi gazin bû û digot “moralê mirovan xera dikin û wan dixin panîkê”. Herwiha ji alî proje û têkiliya şaredariyê jî tengezar bû. Digot, dewlet pir bi ser me de tê. Projeyên me hemî sekinîne, şaredarî nikare peywîrên xwe piran bi cîh bîne. Em gellekî bi gûman in ku dewlet êdî dê pereyan jî ji me re neşînin.

Piştî sohbet û pirsînê em derketin derve. Li derve, li ber Şaredariyê tenduristvan û doktorên ku ji bo aştî û çareseriyê nobet digirtin kom bûbûn. Ji bo nobetgirtina bi mehan îro dê bi dawî bikirana û ji bo wê yekê jî dê daxwiyanî bidana. Em jî ketin nava wan û tevlî çalakiya wan bên. Hê xwendina daxwiyaniyê dest pê nekiribû teqîna çekên nava Sûrê destp ê kir dîsa. Çek, hema hema wekî li ber me biteqe û belkî jî gulle di ser me re diçûn. Ji xwe pir nêzîk bû şer. Lê balkêş bû (ji min re tabî), bi qasî 100-150 kes (jin mêr) hebûn û kes ji cihê xwe tevneliviyan. Gellek rojnameger û muhabîrên tv yan û kameraman jî li wir bûn, lê kesekî panîk nekir ku xwe bidin alî. Di daxwiyaniyê de jî digot “li alîkî em aştiyê dixwazin, belê li aliyekî şer e û ji dengê çekan dengê me naçe kesî”. Çend doktorên ku min berê nas dikirin jî li wir bûn. Min pirsî çima hûn bi dawî dikin. Gotin, qey êdî fêde nake û me dengê xwe têra xwe derxist, rewş jî êdî giran dibe. Lê giraniya rewşê û ew berpirsiyariya peywîra wan a tenduristiyê ji rûyê wan û axaftinên wan î kurt xuya dibû.

Piştî çalakiya tenduristvanan me xatir ji wan jî xwest û berê xwe da Komeleya Nivîskarên Kurd.

Dê Bidome…

 

 

dîtin: 659

Pêveker:

ez çûm amedê