• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pergala Gotûbêjê ya herî mezin ya Kurdan EzuemGotubej vebû

Pergala Gotûbêjê ya herî mezin ya Kurdan EzuemGotubej vebû


barkirin: Gelawêj 5, 2013, 11:45


Sîstema herî mezin ya gotûbêjê(Chat) ya Kurdan îro vebû.
Pergala ku girêdayî Ezuem hate vekirin, pergala gotûbêjê ya herê pêşketiye. Bi taybet ji bo peywendiyê navbera Kurdan û cîhanê, parvekirina belgeyan, vîdeo, muzîk, wêne û gelik belgeyên dîtir hatiye vekirin.
Ji aliyê rêvebirên malpera torbenda civakî ya herî mezin ya Kurdan EZUEM dayî diyarkirin, di warê peywendiya navbera Kurdan de derveyî Facebookê tu sîstemekî dîtir nîne û ev jî ne ya Kurdane, ji ber vê yekî jî ewan pêwistî pê dît ku torbendekî wekî Ezuem ava bikin û piştî hingî jî pêdivî bi peywendiyeke lez û hertim hebûye. Ji ber vê yekê jî wan sîstemeke gotûbêjê ya nû ava kirine.

Ragihandina ji bo vekirina EzuemGotubeJ li jêrêye.

Pergala Herî mezin ya gotubêjê ya Kurdî vebû

Her çend Kurd bi gelik rêk û rêçikên dîtir peywendî li gel yektir di deynîn û di nava torê de wekî hemî gelên cîhanê jiyana torê parve dikin jî sîstemeke girêdayî Kurdan, ya Kurdan bixwe hetanî neha nebûye. Ji ber vê sedemê jî wekî gelik kar û sîsteman pergalên ku Kurd bikar tînin wek facebook û gelik torbendê dîtir ji bo Kurdan ewle nînin. Ji ber vê yekê jî me wekî Hevi Group pêwistî pê dît ku torbendeke civakî bi taybet ji bo Kurdan saz bikin. Di dawiya meha Adara îsal de me ev yek pêk anî û pergala EZUEM me qedand. Her çend barekî giran û karekî sext jî be me xwe da ber vî barî. Him di warê rêvebiriyê de, him di warê parestina endaman û zanyariyên endaman, him di warê pêşdebirina pergalê û ewlekariya wê me berpirsiyareke mezin rakir se şanê xwe.
Di deheme kin de torbenda Ezuem gihişte hazaran Endam û her roj Kurd bêhtir di Ezuem de dicivin. Her çend hêviya Kurdan ew bû ku sîstemeke wekî Facebookê be jî Ezuem ne wekî facebook ê ye û gelik cudayiyên xwe hene. Ji ber vê yekî jî gelik endam di bikaranînê de jiber nefêrbûnê sextî dikêşin. Lê em bi her rengî arîkariya endaman didin û pergala xwe asantir dikin.

Piştî ku Ezuem ava bû mixabin me dît ku pêdivî bi sîstemeke mezin ya Gotûbêjê heye. Bi taybet ji bo peywendiya zû, dayin û sitandin, têkiliya navbeyna mirovan ya lezgîn û parvekirina berheman me sîstemeke nû pêş xist. Ew jî EzuemGotubeJ e. EGotubêj bi taybet pergala Chatê ya navbeyna mirovane.
Egotubêj bi 29 zimana vê gavê amadeye. Bi taybet jî bi zimanê Kurdî me ji bo bikarhênerên xwe amade kir. Lê mixabin derveyî Kurmancî hîna Soranî û Zazakî ne qediyaye. Lê di demeke kin de bi zeraveyên dîtir yên Kurdî jî dê EGotubêj amade bibe.

Pergaleke gelek asane û her kesek bê sergêjî dikare bibe endam û bikar bîne. Bi heman awayî di mobîl de di telefonan de jî bi asanî dikare bête bikaranîn. Şêwazê xwe yê mobîl jî heye.

Endam dikarin bi asanî bo xwe jûran vekin. Her odeyekê li gorî xwe sererast bikin, Peywendî li gel gelek kesan deynîn. Pergala ku me ji bo bikarhênerên înternetê yên Kurd amade kirî em bawerin ku dê bersiva pêdiviyên torbendî bide.

Bi hêviya demên xweş bo hemî bikarhêneran.

Ezuem
Hêvi Group

Torbenda Kurdî: www.ezuem.com
Pergala Gotubêjê: www.ezuem.in

[email protected]

 

Hetanî neha nêzîkî 3 hezar kes bûne endamê torbenda civakî ya Kurdî Ezuem û bi sê zaraveyên Kurdî hatiye amadekirin. Bi taybet di vê dema dawî de ku ji aliyê Facebookê ve rûpelên Kurdan têne girtin û Facebook bi hikumeta Tirkiyê re di nava hevkariyedeye diyare ku dê Torbenda Kurdan bêhtir ji aliyê Kurdan ve bête bikaranîn.

dîtin: 437

Pêveker:

pergala gotûbêjê ya herî mezin ya kurdan ezuemgotubej vebû