• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Fastfood û Temen û Tendurustiya Zarokên Qelewok

Fastfood û Temen û Tendurustiya Zarokên Qelewok


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 28, 2018, 7:49


Lêkolînerên Brîtanyayî bi xebata xwe ya nû dê û bavên zarokên qelewok hişyar dikin. Zarokên qelewok/obez zû bi zû ji kîloyên xwe yên zêde nabin û dema temenê zarokên qelewok pêşdikeve û mezin dibin, barê zarokên qelewok girantir dibe. Temenê zarokên qelewok li beramberî zarokên din 10 sal kurt e û jiyana zarokên qelewok ya bi kêf û xweşî û tendurustî jî 20 sal kêm dibe. Profesor Neena Modi wiha dibêje; “Bala xwe bidin zarokên xwe û li ser tendurustiya zarokên xwe hûr bibin, da ku barê li ser pişta zarokên we pirr giran nebe.”

Ji xebata lêkolînerên Royal College of Paediatrics and Child Healthê Brîtanyayî diyar dibe ku ji pênc zarokên qelewok çar zarok wê her tim qelew bimînin. Lêkolîner diyar dikin ku hikûmeta Brîtanyayî li ser tendurustiya zarokan hûr nabe û pêşî li ber obezîteyê nagire. Profesor Neena Modi li hember kiryarên hikûmetê nerazîbûna xwe radigihîne û wiha dibêje; “Rayedarên hikûmetê bitenê serê xwe bi dermankirina nexweşiyê diêşînin lê planeke hikûmetê ya ku pêşî li ber nexweşiyê bigire, tune ye.

Lekolîner ji hikûmetê dixwazin di tv û înternetê de reklama xwarinên ne xweş nehêt kirin û xwaringehên fastfoodê li nêzik û der û dora xwendegehê venebin. Profesor Caroline Braetê ji UGentê ku xebatên cihêreng li ser zarokên qelewok pêk aniye, wiha dibêje; “Em giş jî dizanin xwarinên bi şîranî û fastfood ji tendurustiya me re nebaş e lê her kes ne xwediyê wê îradeyê ye ku xwarinên bi şîranî û fastfood nexwe.”

Profesor Braet wiha berdewam dike; “Kîloyên zêde ne bitenê ji ber xwarinên bi şîranî û fastfoodê an jî ji ber hindik livînê rûdidin. Ji sedî-çel ji zarokên qelewok ji ber stress û kesirînê pirr zêde dixwin. Bi ya min li ser tendurustiya zarokên qelewok dest bi kampanyayê kirin jî ne çare ye.” Profesor Braet di vegotina çîroka xwe de berdewam dike; “Divê dê û bav jî destyariya zarokên xwe bikin û serî li dezgehên fermî bidin û perwerdehiyê bibînin. Zarokên me bitenê serê xwe nikarin têkevin bin barê giran û kîloyên xwe yên zêde kêm bikin. Divê dê û bav jî yarmetiya zarokên xwe bikin û zarokên xwe bitenê serê xwe nehêlin.”

Braet dîtinên xwe radigihîne; “Me pê derxistiye, pirraniya dê û bavên zarokên qelewok naxwazin serî li dezgeheke fermî bidin û perwerdehiyê bibînin û heyf ku pirraniya dê û bavên zarokên qelewok hay ji kîloyên zarokên xwe nîn in.”

Dezgeha Tendurustiyê ya Navnetewî jî bi xebateke xwe ragihandibû ku di 40 salên paşin de, hejmara zarokên qelewok ji sedî-dehûçar (14) zêde bûye. Bi taybetî li welatên ku aboriya wê her tim pêş ve dihere, yên weke Çîn û Hindîstanê hejmara zarokên qelewok pirr zêde bûye û di sala 2022an de hejmara zarokên qelewok ji hejmara zarokên din zêdetir bibe.

Çavkanî: Science

dîtin: 207

Pêveker:

zanist zarok obezîte temen fastfood tendurustî