• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Felsefe û Kurd

Felsefe û Kurd


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Befranbar 21, 2014, 8:23


Feyza ´ulûmê felsefe pir kifş e lê sitr û xef e
Min dî di camek qerqef e fincan bi can min cur´e da… (1)

Mewlana Melayê Cizirî

 

Felsefe, bi xwestek û hewl dana mirovî ya şirovekirin û ravekirina gerdûnê dest pê kiriye û mirov dikare bibêje ku di her serdemî de, kêm zêde taybetmendî/wesfên wê serdemê di naveroka xwe de hewandî ye. Mirovan, bi rêya aqil û mantiqê û bi riya pirsên xwe yên gelemperî xwestine ku kirû/bûyerên xwezayê, wateya jiyana mirovî û pirsgirêkên ku di civakê de dertêne pêşiya wan, bi riyeka aqlî û bi awireke rexnekar şirove bikin û xwe bigihînin zanayiyan.

Felsefe, ne zanistek e. Hebe hebe, mirov dikare bibêje ku ew zanyariyek, an jî hewl daneke mirovî ye. Lewma jî, pêşveçûna ku di zanistê de bi demê re xwe dide der, di felsefeyê de xwiya nabe. Ango, felsefe bi pêş ve naçe, lê li ser hev kom dibe û dicive. Çimku, felsefe kirdewar/oznel e û felsefeya hemû feylesofan jî, felsefeyên cihêreng û xweser in.

Herweha, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku diya/maka hemû zanistan, dîsa felsefe ye û zanistên îroyîn, ji felsefeyê derketine. Wekî mînakeke mirov dikare behsa zanista psîkolojiyê bike, ku heta beriya 100 salan jî, wekî bineşaxeke felsefeyê dihate pejirandin, lê îro em dibînin ku xwe gihandiye asta zanisteka xweser û serbixwe.

Li gor zanyaran/zanayiyan, felsefe cara yekemîn li Îyonyayê (Keviyên behra Egeya îroyîn) derketiye holê û di wateya hestekî de hatiye bikar anîn ku ew jî ‘Hezkirina Zanayiyê’ ye.

Felsefe, di zimanê yewnanî de wek philosophia tê bikar anîn. Philosophia peyveka hevududanî ye. Ji peyvên philo (hez) û sophia (zanyarî) pêk tê. Ji zimanê erebî, wek peyva felasife derbasê zimanê tirkî bûye û di zimanê kurdî de jî, weke felsefeyê, bilewn bûye.

Peyva ‘philophios’ yekemîn car di wateya ‘kesê ku li bastûra tiştan digere’ de ji bo Herakleîtos hatiye bikar anîn. Heralkeîtos, wê demê bi nasnavê “Fîlozofê Tarî” dihat nasîn. Bi taybetî jî peyva ‘sophios’ dihat wateya ‘ê ku xwedî marîfet û desthilatiyê (şiyanê) ye.’ Bi vî awayî felsefe, dibû hewldaneke ramanî, ku li xwezaya tiştan digeriya û dixwest ku li gor aqil û mentîqê, xwezaya tiştan şirove jî bike. (2)

Beriya her tiştî felsefe, ji bo zanînê hatiye hilberandin ne ku ji bo armancên/pêdiviyên jiyana rojane. Lewma jî, wekî Hezkirina Zanayiyê hatiye dazanîn û danasîn. Ji ber vê çendê jî, her pirsa ku tê pirsîn, bêguman ne pirseke felsefî ye, çawa ku her bersiva tê dayîn jî ne bersiveke felsefî be. Pirs, divê pirseke tevgişt/gelemper û aqilane be û armanc jî, bidestxistina zanayiyan be, yanî divê ku zanayî ji bo zanayiyê be.

Dema ku em rabin û ji bo têgihiştineke çaktir, felsefe û zanistê rûbirû bikin, bi kurtasî em dikarin wiha bibêjin: Zanist, ked û hilbera hevpar ya mirovahîyê ye û qurmên wê heta şaristaniyên serdestpêk jî diçe. Şaristaniyên serdestpêk, li keviyên çemê Dîcle, Ferat, Nîl, Îndûs û Ganjê, derketine holê. Li gor daneyên dîrokî xebatên ewilî yên zanistî, Beriya Zayînê di salên 2000 an de, li Çîn û Hîndîstanê dest pê kiriye.

Ji vir jî, piştra xwe berdaye Mezra Botan (Mezopotamya-Mesopotamia) û Misrê. Belam di vê dewrê de xebatên zanistî û xebatên olî (dînî) di nav hevdu de ne. An jî mirov dikare bibêje ku xebatên zanistî, gelekî di bin bandora ol de ne.

Li Mezra Botan (mesopotamia), şaristaniya sumeriyan gelekî bi pêş ve çûye. Sumeriyan di warê pezxweyîkirin û çandinîyê de, gelekî bi pêş ve çûne, xişteya lêkdanê (tabloya carandinê) û hesabên qad (alan) û baresteyê (hacîm) dîtine/pêk anîne. Ya bazneyê (daîre, çember, tiqalik) dabeşê 360 dereceyan, ya seetekî dabeşê 60 daqîkeyan û ya daqîqeyeke jî dabeşê 60 sanîyeyan kirine. Li Misrê jî di warê tipê (tıp) de pêşveçûnên baş hatine dîtin. Xebatên zanistî yên ku di vê dewrê de ji layê van şaristaniyan ve hatine dîtin û bikaranîn, zêdetir ji bo bikaranîna jiyana rojane û ji bo sûdwergirtina mirovan bûn.

Ango, di asta zanayiya teknîkî de mane. Çimku armanc ne têgihiştina gelemper ya gerdûnê bû, an jî em bibêjin bi tenê ji bo bidestxistina zanayiyê bi xwe bû. Armanc hêsankirina jiyana rojane û berdewamkirina wê bû. Guman têde nîne ku kurd, yek ji wan gelên avakar ê şaristaniyê ne û meriv dikare bibêje ku, kedaka wan a mezin di vê yekê de jî heye. (3)

Lêbelê, li gor bîr û baweriya min: şaşwaziya li hemberî xweza û gerdûnê û xwestina zanînê ya bi tenê ji bo zanînê (ne ku ji bo armancên pratîk, an jî armancên rojane), bi destê pêşiyên yewnaniyan ve dest pê kiriye.

Hinek ramanwer/akademîsyênên Rojhilatî, vê yekê wekî nêrîneke orjantalîst dinirxînin û dibêjin ku felsefe, ji Mesopotamyayê dest pê kiriye. Bêguman, felsefeya ku ew behs dikin û felsefeya ku îro ji aliyê desthilatdarên felsefeyê ve tê danasîn, ne heman felsefe ne. Felsefeya ku akademisyenên Rojhilatî behsa wê dikin, têkiliya wê bi metn û ramanên pîroz re heye, ku çavkaniya wan jî pîrozî ne. Belam, felsefeya ku em behsa wê dikin û ji Îyonyayê didin destpêkandin, têkiliya xwe bi ol re birî ye, rê û rêbazên wê eşkere ne û bi rexnekirina metnên pîroz, gihêjtiye asta xwe ya îroyîn.

Hebe hebe, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku yewnaniyan, gelek ramanên xwe ji medeniyeta Mesopotamyayê wergirtine, ku yek ji wan gelên Mesopotamyayî jî, kurd in. Şik têde nîne ku yewnaniyan fikra Diyalektîkê û Dualîtiyê, ji çanda Mesopotamyayê/kurdan wergirtine û sîstematîze kirine. Ramanên Zerdeşt Pêxember ji bo vê yekê, meriv dikare bibêje ku mînakên/delîlên baş in. (4)

Belam, pirraniya dazanîn/fikrên Zerdeşt Pêxember, wekî metnên/ramanên pîroz têne dîtin û pejirandin. Lewma jî, pirraniya feylesof û ramanwerên Rojavayî, ya Zerdeşt wekî mirovekî pîroz û pêxember dihesibînin, lê gengeşiya li ser vê mijarê xwiya ye ku wê hê demeke dirêj berdewam bike.

Dîroka kurdan û Kurdistanê, meriv dikare bibêje ku xwe digihîne 10 hezar salan beriya dîrokê. Kurd, yek ji wan gelên kevnar ê Mesopotamyayê ne û di avakirina medeniyeta/şaristaniya mirovahiyê de rola wan mezin e. Keviyên Çemên Dijle û Feratê, fersendên mezin ji bo wan afirandine û wekî ku me li jor jî bi berfirehî vegot, di afirandina zanistê de, kurdan rolekî mezin lîstîne. Ligel vê yekê, em bi hêsanî nikarin bibêjin ku yekemîn, car felsefe li cem kurdan hatiye hilberandin. Lê em dikarin bibêjin ku ramanên ku rêli felsefeyê vekirine, ji aliyê civakên Mesopotamyayî ve hatine hilberandin û derbasê yewnana kevnarê bûne.

Piştî Zerdeşt, Manî û Mazdek, feylesofên peyrevên wan, di bin bandûra çanda Îslamê de mane û bivênevê, di berhemên wan de bandûra vê yekê bi eşkerayî tê dîtin. Xellacê Mensûrî, bi felsefeya xwe ya Enel-heq re, bingeha ramana sûfîtiyê ava kiriye û bandûreke mezin li feylesof û ramanwerên piştî xwe kiriye.

Dîsa Mewlana Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî û Bedî ê Zeman Seîdê Kurdî, feylesofên mezin û gewre yên kurda ne û wekî feylesofên girîng yên dema xwe jî hatine dîtin. Feylesofên me yên gewre, xwediyê gelek ramanên felsefî, civakî, zanistî û exlaqî ne û divê baş li ramanên wan were vekolandin. Di rojên pêş de jî, li gor derfeta xwe, em ê hewl bidin ku bi awayekî taybet li ser felsefeya feylesofên me yên gewre rawestin û behsa felsefeya wan bikin.

Wekî gotina dawî jî, mirov dikare bibêje ku di veguhastina ramanên feylesofên kurdan de, valahî û qelsiyeke mezin xwe daye der û mixabin ku pirraniya nifşên me yên nû, haya wan ji felsefeya ramanwer û gewreyên xwe tune. Ev yek, qelsiyeke mezin e û bêderenegî, divê hemû ramanên ramanwer û feylesofên me, di civakê de werin nasandin û xwendin, da ku di vî warî de danaheveke zanayiyan ya ku meriv li ser wan bikaribe bikeve niqaşê û bigengeşe, derkeve holê…

[email protected]

21.01.2013 – Îzmîr

1- Di piyaleyeke meyê de dema min qulpek ji fincana wê bi ser canê xwe dakir hingê min dît ku çi xêr û bereketeke pir di ilmê felsefê de heye, lê ew veşartî ye û ji herkesî ve nexwiyaye.

Emîn Narozî: Mewlana Melayê Cizîrî û Dîwana Wî Ya Hunerşah. http://www.felsefevan.org/mewlana-melaye-ciziri.html

2- Danasîna Felsefeyê: Ali Gurdilî

http://www.felsefevan.org/danasina-felsefeye.html

3- Kurteçîroka Zanistê-Ali Gurdilî

http://www.felsefevan.org/kurteciroka-zaniste.html

4- Filozofên Kurd 1-Zerdeşt. Mihemed Ronahî

http://www.sosyalistforum.net/arastirma-ve-calisma-gruplari/28295-filozofen-kurd-kurt-filozoflari.html

 

 

dîtin: 431

Pêveker:

felsefe û kurd