• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Felsefe û Rêbazên Felsefeyê

Felsefe û Rêbazên Felsefeyê


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Adar 16, 2014, 12:41


Felsefe û Rêbazên Felsefeyê  

Felsefe ne zanistek e, helwesteke mirovî û çalakiyek ramanî ye. Belam, mirov dikare felsefeyê weke diya/maka pirraniya zanistan binîrxîne, ku zanistên me yên îroyîn jî jê derketine. Rêbazên ku felsefe wan bikar tîne jî, ji rêbazên zanistan cuda ne. Felsefe, wekî zanistên xwezayê û zanistên civakî, ne xwediyê rêbazên zanistî ye. Belam, ev yek nayê wê maneyê/wateyê ku di felsefeyê de jî tu rêbaz nîn in. Rast e, ku felsefe di laboratuaran de nikare ezmûnan pêk bîne an jî wek hindek zanistên civakî, testan bikar bîne. Rêbaza felsefeyê ji dema Arîsto/Arîstoteles ve şeklên birêvebirina mentîq û aqil e, ku Arîsto mentîqê wekî organona (alavê- navgîna) felsefeyê qebûl kiriye.

Ê baş e, rêbazên felsefeyê çi ne û felsefe, mantiqê bi çi şeklan bikar tîne?

1- Rêbaza Enduksiyonê  

Di vê rêbazê de, yeko yeko ji pêşniyaran dest pê kirin û gelemperî kirin (genelleme) heye. Li ser bûyerekê bi hejmareke pir zêde (n) çavdêrî têne kirin û di dawiyê de, pêşniyara herî gelemper/tevayî tê bidestxistin. Enduksiyon di roja me ya îroyîn de, ji aliyê gelek zanistan ve bi armanca bidestxistina zanayiyên eqlî, wek rêbazekî tê bikar anîn. Lê tiştek heye ku divê mirov vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi riya enduksiyonê têne bidest xistin, mirov nikare bibêje ku ew ji % 100 encamên misoger/qutebir in, ixtîmala/dibetiya ku ew encamên dibeyî bin jî heye. Heta ku pêşniyarên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê. Lê dema ku yek pêşniyarek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin jî, wê çewt be.

Mînakek bo rêbaza enduksiyonê…   

Çend pêşhatî -pêşane:

1- Sifir, lajwerdek/metalek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.

2- Çînko/tûtye lajwerdek e û dema ku mirov agir didê binê, diperçive.

3- Alemyon, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.

4- Zêr, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.

5- Hesin, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive. 

Encam: Nexwe/ku wisa be, hemû lajwerdekên ku têne germkirin, têne perçivîn/baritsin.

Di mînaka jorîn de ger pêşniyarekê pêşîn çewt be, bêguman wê encam jî çewt derkeve. Lê hege tiştekî wiha pêk neyê, wê demê mirov dikare bibêje ku hemû lajwerdek dema ku têne germkirin, diperçivin.

2- Rêbaza Deduksiyonê

Rêbazekê mentiqî ya beravajiya enduksiyonê ye. Di vê rêbazê de, ji pêşniyarek tevayî/tumel tê dest pê kirin. Di dawiyê de jî, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji aliyê Arîstoteles ve hatiye bikar anîn û dîsa ê ku delk û şeklên biakranîna vê rêbazê destnîşan kiriye, dîsa Arîstoteles e. Rêbaza Deduksiyonê heta dawiya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe domandiye û hatiye bikaranîn. Cihêrengiya deduksîyonê ya ji enduksîyonê ew e ku, encamên ku bi rêya deduksiyonê ve têne bidestxistin, encamên misoger/qutebir in. Encam, bi awayekî bêgav ji aliyê pêşhatiyan ve têne destnîşankirin.

Mînakek bo rêbaza deduksiyonê…

‘Hemû mirov, bi mirin in.’ – Pêşniyara Tevayî –

‘Sokrates jî, mirovek e.’ – Pêşhatî-

‘Nexwe/ku wisa be, Sokrates jî bi mirin e.’ – Encam –

Ji mînakan jî tê dîtin ku encam bi awayekî bêgav, ji pêşhatiyan derdikeve. Rewşeka beravajiya vê yekê, ji ber ku wê rê li nakokiya aqil veke, wê ne derbasdar be.

3- Rêbaza Dahûrîner (Rêbaza Analîtîk – Rêbaza Çareserker)

Ev rêbaza mentîqî, hema hema mirov dikare bibêje ku ji destpêka felsefeyê ve tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, hemû (wateyek tevayî), ji perçeyên xwe yên ku hemûyê anîne holê têne veqetandin û bi vî awayî lê tê vekolandin. Felsefe dema ku destê xwe diavêje babetekî, we babetê bi hemû aliyan vedikole, lê hûr dibe, yeko yeko wek pêşniyaran ji hevdu vediqetîne û tiştê ku dixwaze bibêje jî, bi vî awayî dibêje. Di felsefeya hemdem de ev rêbaz gellekî tê bikaranîn, nemaze di warê zimanzanistê (zimanzanînê de) tê bikaranîn.

Tiştê ku bi vê yekê tê xwestin jî, ji holêrakirina pêşdaraz, têgihiştinên çewt û pejiraninên qelp e. Ango hilik, naverok, çêbûn, hebûn û têgehên hwd. ji ber ku ji aliyê gellek fîlozofan ve pirr caran hatine vekolandin, ew bi wateyên xwe ên rasteqîn li holê xwiya nakin. Rêbaza dahûrîner wiha dike ku, wateya wan ya rasteqîn tê têgihiştin.

4- Rêbaza Pêkhêner (Rêbaza Sentetîk)

Di vê rêbazê de beravajiya rêbaza analîtîk (dahûrîner), wiha tê fikirîn ku yeko yeko tu wateya perçeyan tune û perçe, ancax di nav hemûyê/tevahiyê de dikarin bibin xwedîwateyekê. Ji ber vê çendê jî, hege em bixwazin pirsgirêkekê bi giştî (bi hemû hêlên wê ve) bibînin, wê demê divê em li hemûyê/tevahiyê mêze bikin.

5-Rêbaza Aksiyomatîk

Ev rêbaz, aîdê mentîqê ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de têgehek, wek bingeh tê pejirandin û piştî vê domanê, dest bi hilberandina têgehan tê kirin. Ango, bi vê rêbazê têgeh têne hilberandin. Bi vê yekê wiha tê xwestin ku ji bo cîbicîkirina rewşên taybet, xwe gihihînin sîstemeka tevayî. Têgehên ku wek bingeh têne qebûl kirin, dibe ku ew têgehên keyfî bin yan jî, têgehên ku bi rêya sehekan hatine bidestxistin bin, ku pêbawer (bawerpêkirî- ewlemend) têne dîtin.

Di sedsala 20 an de, ji aliyê Bernard Russel û Alfred North Whitehead ve ji bo veguhêrandina matematîkê, ku dixwestin matematîkê vebihêrînin mentîqê; ev rêbaz hatiye bikaranîn. Di felsefeyê de bikaranîna wê ya herî berbiçav, ji alîyê Benedict Spînoza ve pêk hatiye. Benedict Spînoza, şeklên pêşniyarên aksîyomatîkê, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Etîkê’ de ji bo pêkanîna felsefeya xwe ya exlaqê, bi kar aniye.

Mînakek ji rêbaza Spînoza ya aksiyomatîk…

Cewher ji bo berdewama hebûna xwe, ew heyîne ku pêdivîya wê bi tu tiştî tune. [Danasîn]

Encam 1: Cewher, sedemê xwe ye.

Encam 2: Cewher, bêdawi ye.

Encam 3: Cewher, tekan e û hege dido bûna, wê hevdu bisînor bikirana. [Deran/Îstîdal]

6- Rêbaza Diyalektîk 

Diyalektîk, riyeka fikirînê ye. Bi vê riyê, yên nakok yan jî dijber, têne cem hevdu û yekîtiyeke diafirînin/pêk tînin. Di encama vê yekê de jî, pêşveçûnek dertê holê. Cara yekemîn li cem Herakleîtos hatiye dîtin, di dewra hemdem de jî, ji aliyê Hegel ve hatiye bikaranîn. Di diyalektîkê de du têgehên dijber, tez û antîtezê pêk tînin û ev du dijber, digihêjin sentezê. Sentez jî, piştra carekê din ji hev dabeş dibe û dibe tez û antîtezeke din yên nû û ev pêvajo, her berdewam dike.

Mesela: Reş (tez) û spî (antîtez) bila du têgehên dijber bin. Wê senteza wan, cûn (grî-boz) be.

7- Rêbaza Mayotîkê (Rêbaza Danwelidandinê)

Ev rêbaz, ji aliyê Sokratesê navdar ve hatiye bikaranîn. Sokrates wiha bawer dike ku mirov, ji zayîna xwe ve xwediyê zanayan in û ger ji wan pirsên rast û dirist werin pirsîn, ew xwediyê wê danehevê ne ku wê bersivên rast û dirist bidin. Bêguman, di vê xalê de mirov dikare bibêje ku Sokrates baweriya xwe, bi celebek reenkarnasyonê tîne. Sokrates ji vê rêbazê gelekî bawer e û li pêşiya komek mirovan, rojekî vê yekê diceribîne jî. Koleyekî hildibijêre û li pêşiya hemû mirovan, jê pirsên ku bi sêqoşeyê re têkildar in dipirse. Wiha dike ku sêqoşe tê bîra wî koleyî. Lê hemû pirsên Sokrates, wek belê/erê, yan jî wek nexêr/na têne bersivandin. Ji ber vê çendê jî, ev rêbaz wek rêbazeke bişik/biguman hatiye nîrxandin. (1)

Ali Gurdilî

[email protected]

05.03.2014

Jêder…

http://www.felsefevan.org/rebazen-felsefeye.html 

 

dîtin: 217

Pêveker:

felsefe û rêbazên felsefeyê