• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Femenan li dijî Erdogan çalakî pêk anîn

Femenan li dijî Erdogan çalakî pêk anîn


barkirin: Adar 30, 2014, 5:34


Tevgera navnetewî ya mafê Jinan Femen di hilbijartinên herêmî de yên li tirkiyê birêve diçin li dijî serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li yek ji binkeyên hilbijartinên çalakî pêk anîn.

Du Jinên ku bi ser tevgerê ve ne,  li Stenbolê li Uskudar  li dibistana serateyî ya Buhaniyê ku her car Erdogan li wir dengê xwe bi kartîne li dijî serokwezîrê Tirk çalakî lidarxistin, herdu Jinan sîngên xwe yên li ser nivîsandine (Ben Erdogan)  Ez Erdoganim rût kirin û li ser sindoqa hilbijartinê çalakiya xwe pêk anîn.

Her du Jin derketin bi ser sindoqên hilbijartinê û kaxezên ku dê di hilbijartinan de bêne bi kar anîn liba kirin û belawela kirin.

Herdu Jinên bi ser tevgera Femen ve ne yek ser  ji aliyê polîs ve hatin bin çav kirin.

Tevgera Femen ku navenda wê li Ukraneya ye li ser Tiwîterê xwe ragihand ku li Tirkiyê du Jinên bi ser Tevgerê ne li stenbolê li dijî Erdogan çalakî pêk anîne.

4419183032014_6234624

dîtin: 387

Pêveker:

femenan li dijî erdogan çalakî pêk anîn