• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Fênik Mihemed Ebdulkerîm bû Şahciwana Kurdistanê

Fênik Mihemed Ebdulkerîm bû Şahciwana Kurdistanê


barkirin: Êlûn 28, 2013, 5:28


Di pêşbirka şahciwanê Kurdistanê sala 2013 bi pêşbirkekê li bajarê Hewlêrê, diyar bû. Di pêşbirkê de şahciwan Fênik Mihemed Ebdulkerîm hate hilbijartin.

Şeva borî li bajarê Hewlêrê pêşbirka hilbijartina şahciwana Kurdistanê pêk hat. Pêşbirk ji aliyê kompanya Babîlon û Korek Telekom û her weha bi alîkariya walitiya Hewlêrê pêk hat. Gelek hunermend û kesayetên naskirî jî di pêşbirkê de amade bûn.

Lêjneya ku ji deh kesan pêk dihat û di nava wan de ji welatên din jî endam hebûn, ahciwana Kurdistanê hilbijartin. Di encama hilbijartinan de, ji nav 12 jinan, jina bi navê Fênik Mihemed Ebdulkerîm bû Şahciwana Kurdistanê ya sala 2013.

Di pêşbirkê de jina bi navê Daniya Enwer bû duwemîn û Çawan Mihemed jî weke sêyemîn hate hilbijartin.

Şahciwana Kurdistanê ya 2012 Şênê Ezîz jî pîrozbahiya Fênikxanê kir û taca xwe danî serê wê. Fênik Ehmed piştî hilbijartinê diyar kir ku ahengên bi vî awayî ji bo danasîna jinên Kurd giringe.

 

dîtin: 566

Pêveker:

fênik mihemed ebdulkerîm Şahciwana kurdistanê