• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ferhenga navên Riwekên bi Kurdî

Ferhenga navên Riwekên bi Kurdî


barkirin: Gulan 3, 2013, 10:53


Ferhenga Navên Riwekên Bi Kurdî’ ku ji nav Weşanên Sîtavê derketiye, danasîna wê hat kirin. Nivîskarê berhemê Mehmet Firat destnîşan kir ku bi xebata 14 salan navê riwekên kurdî ji çavkaniya wan girtiye WAN — Danasîna Ferhenga Riwekên Bi Kurdî ku ji Weşanxaneya Sîtavê derketiye li Salona Resepsiyonê ya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê (VATSO) yê bi tevlibûna Endamên Meclisa Giştî ya Wanê û gelek kesan pêk hat. Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî di resepsiyonê de axaftinek kir û wiha got: “Em ji Mamoste Mehmet Firat re gelek spasiyan dikin ku berhemekî wiha qedirgiran ji bo kurdî amade kiriye.” Bateyî her wiha bang li mamosteyên ku kurdî dizanin jî kir ku berhemên kurdî amade bikin. Piştî axaftina Bateyî, Nivîskarê ferhengê Hîndekarê Beşa Biyolojî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Botanîkvan Mehmet Firat ji xwendevanên xwe re ferhenga xwe îmze kir. Nivîskarê berhemê Mehmet Firat piştî îmzekirina ferhengê têkildarî berhemê hin agahî dan DÎHA’yê.

FERHENGA SÊ ZIMANÎ
Firat diyar kir ku dema çûye navçeya Miksê ya Wanê biryar daye vê xebatê bike û wiha got: “Di dema ku ez li ser teza xwe ya mastirê dixebitîm çûm Miksa Wanê. Wê demê li wir kalekî tiştek ji min pirsî; ji min re got, ‘Mamoste navê vê kulîlkê çi ye?’ Min got, puşkiniya. Min navê wê yê Latîtîni got. Min tenê navê wê yê latînî dizanibû. Ez gundî me xelkê Semsûrê me. Li gundê xwe min navê 20-30 kulîlkan dizanibû. Min navê kulîlkê yê latînî jê re got. Wî got bibore te çi got. Navê vê kulîlkê di zimanê me de bi kurdî çi ye? Ez kurd im. Min fedî kir. Wî ji min re got navê vê Berfîn e. Min li wir biryar da ku ez êdî ligel navên latînî yên kulîlkan ji bo hemû cîhan bizanibe navên wan ên kurdî jî binivîsim.”

XEBATA 14 SALAN
Firat, di berdewamê de destnîşan kir ku di sala 1990’an de dest bi xebatê kiriye û ev agahî dan: “1990’an de me dest bi vê xebatê kir. Ev 14 sal e em li ser vê dixebitin. Ez gund bi gund, bajar bi bajar qeza bi qeza, li deşt û çiyayan geriyamn. Kî rastî me dihat, me ji wan dipirsî, ‘Mamo, xalo navê vê çi ye? Ji şivan, gavan û jinên ku pincar berhev diki rin me navên kulîlkan dipirsî. Em bi şev dibûn mêvanên koçeran û me ji wan jî navên kulîlkên kurdî dipirsî.”

7 HEZAR û 300 CURE
Firat anî ziman ku di berhemê de navên 7 hezar û 300 cure kulîlkan hene û wiha domand: “Ji wan 42 hezaran kurdan navên cuda danîne. Heger derfet çêbibe û em bi rehetî bikaribin li ser çiya û gundên Kurdistanê bigerin, ez di wê baweriyê de me ku em ê bikaribin 200 hezar navên nû yên kulîlkan peyda bikin.”

DI QADA XWE DE YEK E
Firat da zanîn ku ev berhem di vî warî de li cîhanê yekem berhe m e û wiha axivî: “Tiştek din jî heye ev ferheng di warê navên riwekên kurdî de li cihanê yekem e. Min bi serê xwe çêkir, li gundan hin hevalan alîkarî dida min. Nav ên riwekan ên bi kurdî yek bi yek min ji çavkaniya wan girtiye û bi vî avayî min ev xebat temam kiriye.”  DÎHA

dîtin: 1039

Pêveker:

ferhenga navên riwekên bi kurdî