• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ferhenga Termên Matematîkê DERKET

Ferhenga Termên Matematîkê DERKET


barkirin: Nîsan 4, 2015, 8:36


Ferhenga Termên Matematîkê bi Amadekariya Dilawer Zeraq û Mem Wenda di weşanên Lîs de Derket.

Amadekirina Ferhenga Termên Matematîkê, di sala 2011’an de dest pê kir. Û gir û g,rover di nav çar salan de xebat çû serî. Di binavkirina termên (navên têgihî) ên matematîkê de, me car caran mantiqa Kurdî car caran jî mantiqa Matematîkê da pêş û di ser wan re term û nav ava kirin. Her wiha, heta ku ji me hat me xwe gihand xebatên ku berî vê xebata me hatine kirin û me kelk û sûd ji wan wergirt. Ez dikarim bêjim, ji % 10 termên di nav ferhengê de ji van xebatan hatine wergirtin. Her wiha, me di amadekirina ferhengê de car caran meyla xwe da ser gotinên jiyanî ên Kurdî ku têkiliya wan bi matematîkê re jî heye. (wekî mînak: peyva “Kuj” di Kurdiya jiyanî û aktuel de, tê wateya goşe; loma jî me ji bo “köşe-angle” peyva “kuj” bi kar anî. Û ji vê jî, peyva “açı-angle” wekî “kujî” ava kir.

Her wiha di warê çar kirarên sereke de jî me sîstemeke wiha ava kir.

Wekî; Kêman-Koman-Caran-Paran (Çıkarma-Toplama-Çarpma-Bölme) Yanî me sîstemeke mantiqî û zimanî û danî danî di ferhengê de) Ferhenga Termên Matematîkê ji du beşan pêk tê; Di beşa yekem de, term (navên têgihî) wekî Kurdî-Fransî- Îngilîzî-Almanî-Tirkî hatine rêzkirin.

Di beşa duyem de jî term, wekî; Tirkî-Kurdî hatine rêzkirin. dê heta çend rojan Ferheng ji nav Weşanên Lîsê derbiçe..
amadekar: Dilawer Zeraq û Mem Wenda, mamosteyên matematîkê ne…

dîtin: 566

Pêveker:

ferhenga termên matematîkê derket