• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Fermandar Berxwedan: Me hêza DAIŞ şikand, êdî serketin a me ye

Fermandar Berxwedan: Me hêza DAIŞ şikand, êdî serketin a me ye


barkirin: Rezber 17, 2014, 11:11


Endamê Fermandariya Giştî yê YPG’ê ya Kantona Kobanê Mehmûd Berxwedan got ku heya niha DAIŞ bin ketiye û di 3 rojên dawî de hêza DAIŞ şikestiye. Berxwedan diyar kir ku DAIŞ ji sedî 70 hêza xwe ya profesyonel anîbû Kobanê û ev hêz têk çûye. Berxwedan got, “Me di meha ewil de teqtîk da meşandin di meha duduyan de em hedef dikin DAIŞ xilas bikin. Êdî ji berxwedanê ber bi serketinê ve em diçin.”

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê di meha duyemîn de dewam dikin. Di der barê şerê niha li Kobanê tê meşandin, armanc û hêza DAIŞ, ya dewletên navneteweyî, rewşa niha li Kobanê, balafirên hêzên koalisyonê, çalakiyên piştgiriyê û gelek hêlê din de, Endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kobanê Mehmûd Berxwedan pirsên me bersivand. Fermandar Berxwedan diyar kir ku DAIŞ ji sedê 70’yî hêza xwe ya profesyonel aniye Kobanê û ev hêz têk çûye. Berxwedan diyar kir ku di 3 rojên dawiyê de hêza DAIŞ şikestiye û got niha di her kolaneke Kobanê de, di binê her avahiyeke hilweşiyayî de cenazeyên DAIŞ hene. Berxwedan wiha got: “Heya vê deqeyê DAIŞ bin ketiye. Lewre wan hefteyek hedef danîbûn pêşiya xwe lê kete meha duduyan. Dewletên ku piştgirî didanê û digotin ‘ha ket ha ket’  jî binketî ne. Esas yên binketî ew in.” Berxwedan bang li ciwanan jî kir û wiha got: “Em bi taybetî bang li keç û xortên Kobanê dikin ku vegerin axa xwe û xwedî li axa xwe derkevin.” Berxwedan hemwelatiyên ku di serhildanên Bakur û Rojhilat de jiyana xwe ji dest dan jî wek şehîdên têkoşîna Kobanê pênase kir.

Di nava şer û pevçûnên bê navber didomin de we ji me re wext veqetand em sipas dikin. Gelo DAIŞ çima Kobanê ji xwe re kir hedef. Çima ewqas bi hêzeke mezin bi ser Kobanê de hat?

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava li Kobanê destpê kir. Kobanê bû sembola berxwedanê, sembola azadiyê û bû nîşaneya îradeya gelê kurd di Rojava de. Şoreş li vir destpê kir û li temamê Rojava belav bû. Ev jî hem hesabên dewletên navneteweyî, hem jî hesabên hêzên xêrnexwazên dijminê îradeya gelê kurd tevlî hev kir. Ji wê rojê û vir ve li gelek deveran xwestin vê îradeyê bişikînin, tesfiye bikin. Lê belê negihîştin armanca xwe. Bi taybet ev salek û nîv e Kobanê hedef girtin e. Kobanê hem ji Cizîrê hem jî ji Efrînê qut e. Li gorî wê wan texmîn dikirin ku dê Kobanê dorpêç bikin, bi vî rengî jî Kobanê gav bi gav tasfiye bikin. Şerên demên dawî bi vê armancê hatin meşandin. Texmîna wan jî ew bû ku dê zû îradeya Kobanê bişikê. Lê negihîştin armanca xwe. Îcar fêm kirin ne bi hêzeke xurt be dê nikaribin Kobanê têk bibin. Ji bo vê yekê di şerê dawî de (15’ê Îlonê) hemû hêzên xwe berhev kirin. Ji Dêrezor, Reqa, Iraq, hêzên biyanî û gelek hêzên herêmî yên Şêxler û Cerablûsê tev berhev kirin. DAIŞ hêza xwe ya heyî ji sedî 70 anî Kobanê.

Ev tenê planên DAIŞ’ê bûn?

Di nava van planan de hin dewlet jî hebûn dixwestin ku bi tevahî îradeya gelê kurd di vir de bişikînin. Li gorî tespîta wan ger Kobanê bikeve dê kantonên din jî bikevin. Îradeya siyasî ya derketiye holê jî, hêza ku YPG li her derî bi pêş dikeve û belav dibe, dibe hêzeke sereke ku dikare di Şoreşa Suriyeyê de rol bileyize û di xeta demokrasiyê de pêşengtiyê bike, bi ser bikeve jî dê bişikê. Ji bo vê yekê di serî de dewleta tirk û gelek dewletên din ku piştgiriya DAIŞ’ê dikirin ev yek bi zanebûn dikirin. Hin hêzên kurdî jî bi zanebûn dixwestin vê îradeyê di vir de (Kobanê) bişikînin. Di vir de bi ser bikevin. Ger di vir de bi ser bikevin dê karibin li herêmên Efrîn û Cizîr jî bi ser bikevin. Lewre li Cizîrê gelek hewldanên wan çêbûn. Li Cezayê, Hesekê, Rebîa, Serêkaniyê nikaribûn bigihîjin armanca xwe. Ewan texmîn dikirin dê Kobanê ji her 4 aliyan ve dorpêç bikirana û vê îradeyê di vir de bişikandana. Li ser vê yekê jî dê serketina DAIŞ û hevkarê wan bibûna. Binketina xwe ya Iraq, Cizîr û Suriyeyê dê bi Kobanê telafî bikirana. Ji bo vê hemû hêza xwe anîn û bi piştgiriya dewletên derve êrîşeke mezin birin ser Kobanê.

Mehek zêdetir qediya. Di vê êrîşa mezin de şerekî çawa li hemberî Kantona Kobanê hate meşandin we bersiveke çawa da?

Em ketin meha duyemîn. Ev şerên niha naşibe şerên berê. Hem çapa wê, di asta êrîşê de di asta bikaranîna çekên girantir de ji şerên din pir girantir bû. Ji 4-5 milan ve bi hemû hêza xwe ya profesyonel ya êrîşkar ku bajar bi saetan digirtin destên xwe; bi ser Kobanê ve hatin. Dîsa bi wê teknîka ji artêşa Suriyeyê, ji ya Iraqê û derdorê girtibûn; wek tang top, hawan, doçka, çekên giran û hin rêbazên wek teqemenî, întîxarwarî û bi hemû hêza xwe ya êrîşkar êrîş kirin ser Kobanê. Li gorî texmînên  wan jî dê di çend rojan de mîna Mûsil Kobanê bigirtana. Heta em dikarin bibêjin hefteyek danîbûne pêşiya xwe. Ne tenê DAIŞ dewleta tirk û dewletên din jî hefteyek mohlet dabûn. Tabî li hemberî vê me bi çekên xwe yên ferdî bersiv dida.

Yanî bi derfetên di destên we de heyî?

Belê heya niha tu kesî alîkariya çekan nedaye me. Ne hêzên îxtilafê ne hêzeke din û ne jî tu kesî alîkariyek nedaye me.

Rêveberiya Herêma Federal jî di nav de. Lewre Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de digot ku ji we re çek şandine.

Tevî hêza Hikûmeta Federal a Kurdistanê jî tu kesî desteka çekan nedaye me. Ne tu dewletê ne jî tu hêzeke kurdî tu alîkarî nedaye me. Me bi hêza xwe û çekên xwe yên ferdî û bi derfetên xwe ku me amadekariyên xwe ji berê ve kiribû bersiv da. Me şerekî bi zanebûn, bi teqtîk û bi plan da meşandin.

Ji şerê zanebûn û teqtîk qesta we çiye?

DAIŞ’ê digot qey dê hêzên me tevahî li gundan tasfiye bike. Berî bigihîjin bajêr dê hêza me ya heyî li gundan tasfiye bikin û destên xwe bihejîne û were bikeve bajêr. Me jî li gorî wê hesabên xwe kir û teqtîk meşand. Me hem gund bi gund şer kir. Gundekî ku me tê de şer nekiribe nebû. Me ji aliyekî ve li gundan şer kir, ji aliyê din ve hêza xweyî heyî parast. Raste şehîdên me çêbûn; lê me bi giştî hêza xwe parast. Bi vî awayî me rojên berxwedanê dirêj kir û hê li derdora Kobanê, li deştê me derbe li çeteyan xist. Dîsa me parastina xwe jî kir. Di çend rojên destpêkê de DAIŞ texmîn dikir dê hêzên me tevan li gundan tesfiye bike. Lê me 10 rojên pêşî nehîşt DAIŞ bigihîje bajêr. Esas şerê me dixwest bi DAIŞ re bikin jî şerê bajêr bû.

DAIŞ û dewletên hevkarên wan ev teqtîkên we hesab ne dikirin ez bawerim. Lewre dema hûn ji gundan derdiketin digotin “têk çûn” lê ji bo we rewş cuda bû yanî.

Esas ji ber em armanca wan hîn bûn me hêzên xwe nexistin gund û me tev îmha nekir. Dema ku şer kete bajêr êdî dirêj bû. Ji xwe dema dîtin em ber bi bajêr vedikişin hin derdor heta Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan digot “Kobanê ha ket ha ket.” Çeteyan jî digotin “em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin.” Heta gelek dewlet jî gihîştin wê qenaetê ku Kobanê ket. Lê hesabên wan tevlîhev bûn. Me darbe li DAIŞ xist û ev berxwedan niha kete meha duduyan. Ev berxwedaneke dîrokî bû. Destanên hatine nivîsandin bi xwîna gelek lehengên ku di Kobanê de şehîd ketî çêbû. Bi keda şervanên di çeperan de çêbû. Ev xeyalên wan hêviyên wan şikestin.

Yanî li gorî em ji gotinên we fêm dikin niha rewş guheriye gelo?

Ev 3 rojên dawiyê êdî DAIŞ nikare gavekê biavêje. Êdî di van 3 rojên dawî de DAIŞ ji hêz hate xistin, hate wesitandin, hêza wê ya êrîşê û derdorê jî hat tasfiye kirin. Ez vê bêyî mubalexe dibêjim. Niha di her kolaneke Kobanê de cenazeyê DAIŞ heye. Di binê her xaniyekî xerabuyî de cenazeyên DAIŞ hene. Ev 3 roj e bi sedan çek me li kolanan dane hev. Di van 3 rojên dawî de DAIŞ li Kobanê şikest. Me di meha ewil de teqtîk da meşandin di meha duduyan de em hedef dikin DAIŞ xilas bikin. Êdî ji berxwedanê ber bi serkeitinê ve em diçin.

Niha endamên DAIŞ yên tên kuştin dibê qey temen biçûk in. Hêj por û riya wan dirêj nebûye. Hûn vê çawa dinirixînin?

Ew hêza wan ya êrîşkar ji sedî 70’yî mir. Niha dixwazin careke din hin hêzên xwe ji derdorê bînin. Êdî dê ji Iraq, ji Efxanistan , Azerbaycan an jî ji Pakistanê bînin ez nizanim. Lê dixwazin hêza xwe ya li cîhanê tevî bînin Kobanê. Hêza wan ya li derdorê çû. Me gelek dîtin zarok anîne çek dane destên wan. Îcar jin jî anîne jê re dibêjin Ketîbeya Unsa. Dixwazin di vir de encam bigirin. Ev 3 roj e hêz, asta pêşketin û moralê wan şikestiye. Bi taybetî êrîşên dijwar kirin cenazeyên wan tev li kolanan man. Êdî DAIŞ fêm kiriye girtina Kobanê ne ewqas hêsane. Ketina bajêr ne hêsan e. Niha em tenê ne li nava bajêr em li dervayê bajêr jî şer dikin. Em hêzeke ku dizanin bê li kuderê em ê çawa şer bikin in. Heya vê astê berxwedaneke mezin çêbû. Heya vê astê hemû planên heyî yên DAIŞ ku bi hêza xwe di 5 rojan de bajar digirt, êdî dizane Kobanê ne wisa ye. Kobanê ne Mûsil e, ne Suriye ye ne qereqoleke artêşa Suriyeyê ku di du rojan de bigirin e. Ne wesayitên teqemenî barkirî feyde kirin, ne êrîşên mezin. Ev bajar bajarê me ye, em kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal vê derê nas dikin. Em dizanin dê di kuderê de herin taxê û em ê di ku derê de lêdin. Em ji berxwedaneke mezin êdî bi pêşve diçin. Ji duh ve 5-6 taxên ku me ji wan sitendine hene. Dîsa li rojavayê bajêr êdî em li derve bi wan re şer dikin.

We behsa jinan kir. Rola Ketîbeya Unsa di nava DAIŞ’ê de çiye?

Bi gelemperî ji bo teqîna jinan bi kar tînin. Wan li wesayitê teqemenî barkirî siwar dikin û bi wan çalakiya pêk tînin. Dîsa ji bo qenas û moralê jî bi kar tînin. Ango dibêjin “me ketîbeyên xwe yên Unsa anîne.” Deneyima wan a şer jî tune ye. Lê ji bo moral û hejmarên xwe temam bikin ew xistine dewrê; lê heya niha tu encam negirtine.

Balkêş e ew hêza êrîşkar di 4 rojên dawî de hawan û teqemeniyê bi kar tîne. Çima serî li van rêbazan  didin?

DAIŞ ger li cihekî wesayitên xwe teqandin, hawan bi kar anîn, agahiyên wek “konvoyeke me ji vir tê yek ji wir, dê dest bi kar bike” tu zanibî ew agahiyên şikênandinê ne. Dema ev hatin bi kar anîn bizanibin DAIŞ encam negirtiye. Wesayitan diteqînin ji bo moralê xira bikin. Lê me tevdîrên xwe girtine. Çiqas serî li vê rêbazê bidin jî tiliya hevalekî me jî pê xwîn nebû. Qenasan bi kar tînin. Bi vê dixwazin hinekî xwe li ser piyan bigirin. Heya vê deqeyê DAIŞ binketiye. Lewre wan hefteyek hedef danîbûn pêşiya xwe lê kete meha duduyan. Dewletên ku piştgirî didanê û digotin “ha ket ha ket” ew jî binketî ne. Esas yên binketî ew in.

DAIŞ êdî Deriyê Sînor yê Murşîtpinar hedef digire û dide ber topên hawanan. Gelo sedema vê çiye? Bi zanebûn e an na?

Ger yek fîşekeke me biçûna Tirkiyeyê dê Tirkiyeyê dinya xirab bikirana. Niha ez bawer nakim bi zanebûn diavêje Tirkiyeyê. Lê dema hawanek hat li erdê mirov ket, divê helwestek hebe. Lê dewleta tirk tu helwestê nîşan nade. DAIŞ bi zanebûn li hevkarê xwe naxwe.

Niha ji sedî çiqas kontrola bajêr di destên DAIŞ de ye. Rêjeyek heye gelo?

Ji milê rojavayê bajêr ve DAIŞ ne di bajêr de ye. Di milê başûr de kêm e. Rêzeke malan heye û ev der wek bajêr jî nayê hesibandin. Lewre ew gund in. Gundê Memîdê dibêjin. Rêzemal in û malên bajêr gihîştine wir. Destpêka bajêr e. Di milê rojhilat de ji sedî 30-35 ketine bajêr. Lewre malên wir hinek belawela ne.

Hêzên Koalisyonê bi balafirên şer mudaxeleyê DAIŞ dikin. Ev mudaxele bi bandor in an?

Rojên destpêkê alîkarî nehate kirin. Ger wek îro alîkariyek hebûna DAIŞ nedigihîşt vê astê. Heya 15-20 rojan jî destekeke cidî nehate çêkirin. Lê di van 10 rojên dawî de roleke xwe yî mezin leyistin ji bo darbeyek li DAIŞ’ê bikeve. Di nava alîkareyekê de bi dîqeteke mezin dixebitin. Bi dîqet li hedefa xwe xistin. Heya niha şaşî qet çênebû ye.

Hin îdîa hene dibêjin “balafirên koalisyonê li jineke sivîl û YPG’ê dane” rastiya vê yekê çiye?

Ev îdîa ne rast in. Heya niha di lêxistina balafiran de ne medenî (sivîl) mirine ne jî li hêza YPG’ê xistine. Di nava koordînasyoneke xurt de hemû li hedefên DAIŞ xistine. Rudaw e, televizyonên tirkan in ku dibêjin balafiran li medeniyan xistiye filan ne rast e. Tu medeniyekî Kobanêyî ku li milê DAIŞ’ê maye tune ye heya ku bimire. Ji ber vê yekê ew jî bi dîqeteke mezin kar kirine û serketîne. Bi rêya we em sipasiyên xwe jî pêşkêş dikin. Alîkariya bombardimanê jî ji bo hêzên me bi pêş bikevin bû alîkar. Dîsa derbeyek mezin jî li DAIŞ’ê xistin. Ev hê jî dewam dike.

Heya kengî dê ev mudaxeleya hewayî çêbibe. Lewre hin derdor îhtimala ku bi balafiran DAIŞ ji vir derkeve nabînin. Dibêjin ancax bi operasyoneke bejahî DAIŞ ji bajêr bê derxistin. Hûn çawa difikirin?

Heta astekê balafiran darbeyek lê xist û feydeya wê jî heye. Feqet hêzên me yên encam bigirin û bi pêş ve herin hêza me ya operasyonê ye. Eger hêzên hevkarên li dijî DAIŞ’ê dixwazin ev çete têk biçin divê alîkariya çekan bikin. Derfetên şervan ji me re ji derve werin divê çêbibin. Niha dewleta tirk nahêle, rê digire li hemberî kesên ku dixwazin werin tevlî şoreşê bibin. Divê rêyeke fermî were vekirin tê de çek, cebilxane û şervan werin. Ji xwe ji roja destpêkê û heya niha me bi hêza xwe têkoşîn daye meşandin. Hêzeke Artêşa Azad jî bi me re heye ji roja pêşî ve. Me berê Burkan El Firat îlan kiribû û heya niha dewam dike. Erê hêzên me karê esasî dimeşînin lê Artêşa Azad jî bi me re ye 10 şehîdên wan jî hene. Gelek birîndarên wan jî çêbûn. Hêzeke hevbeş çêbû ye. Yekîtiya hêzên leşkerî yên ereb û kurdan jî çêbûye têkoşîn dimeşîne. Lê kesekî alîkarî bide tune. Dixwazin DAIŞ bin bikeve lê  bi çekên ferdî tenê çênabe. Hevkarê li dijî DAIŞ’ê hêzên koalisyonê divê vê di ber çav re derbas bikin. Tenê bi hewayî çênabe. Bi erdê çêdibe. Weke li Başûr ji pêşmergeyan re kirin divê ji vir re jî bê kirin. Heya niha tiştekî wiha ji me re nekirine. Em bi hêza xwe em ê her bi pêş bikevin. Lê bi rastî jî ger hêzên derve jî dixwazin DAIŞ bi bin bikeve lazime vê yekê  bikin. Ev şertekî esasî ye ji bo DAIŞ bi bin bikeve. Alîkariya çekên giran û vekirina rêyekê divê. Li ser Tirkiyeyê zext bên çêkirin û her ciwanê Kurdistanê ku di dixwaze were şer bike rêya wî bê vekirin. Ev Bakur dibe, Rojhilat dibe ciwanên Kobanê dibin, ciwanên Rojava dibin. Divê rêyeke fermî bê vekirin.

Dîrokeke ku hûn bibêjin em ê filan rojê DAIŞ ji Kobanê derxînin heye?

Em dîrok diyar nakin. Têkoşîna me dewam e. Serketin nêzîk e êdî ne dûr e. Êdî em derbasî asteke nû bûne di meha duyemîn de . Gav bi gav bi gelek şêwazan em ê hêza DAIŞ’ê xilas bikin. Me berê jî gotibû. DAIŞ dê di Kobanê de bi bin bikeve. Kobanê ne wek deverên dine. Çawa ew dixwazin îradeya me di Kobanê de bişikînin em ê jî di Kobanê de serketinên mezin îlan  bikin.

Çalakiya berxwedanê ya Bakur hêzeke çawa dide we? Gotineke we heye ji  bo van çalakiyan?

Berî niha bi 3-4 mehan dema êrîş destpê kir, gelê me yên Bakur moraleke mezin da me piştgirî dane me. Gelek ciwan xwe li têlan qelibandin û tevlî têkoşînê bûn. Di van demên dawî de li hemû parçeyên Kurdistanê heta Ewropa rabûne ser piya ev moraleke mezin da me. Em hîs dikin ku em li Kobanê ne bi tenê ne. Mesûliyetên me zêdetir in. Em carek din ji herkesî re sipas dikin. Moralek mezin dane me. Hemû şehîdên ku di van serhildanan de şehîd ketin li Rojhilat nêzî 10 kes li Bakur jî herî kêm 20 kes şehîd ketin. Em wan wek li Kobanê têkoşîn meşandibe û şehîd ketibe dihesibînin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em wan wek şehîdên berxwedana Kobanê hesab dikin. Em ji herkesî re sipas dikin. Em dibêjin divê ev sist nebe. Hemû ciwan tenê bi meşan na, derbasî Kobanê bibe di asta bilind de çek bigire û tevlî berxwedanê bibe. Em bi taybetî bang li keç û xortên Kobanê dikin ku vegerin axa xwe û xwedî li axa xwe derkevin li Kobanêya çeleng derkevin. Kobanêya me nekeve destên tu kesi. Bila tevlî hemleya ku me ji berxwedanê ber bi serketinê daye destpêkirin bibin.

Herî dawî gotineke we hebe kerem kin em dixwazin wê gotina we jî bigirin.

DAIŞ hêzeke bela ye li ser serê her kesî. Îro neyarê me ye lê sibê dê bibe belaya serê kesên ku niha piştgiriyê didinê. Em sipas dikin ji we re hûn hatin vêderê. Bila tu kes nebêje qey em ê dest ji Kobanê berdin. Bila kes xeyalên wiha nebîne. Em tu carî dest ji Kobanê bernadin. Ku dinya jî xirab bibe yek kes ji me nemîne jî em dest ji Kobanê bernadin.

ANF

dîtin: 326

Pêveker:

fermandar berxwedan: me hêza daiŞ şikand êdî serketin a me ye