• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Fermandarê Zêrevanî liser Efrînê daxuyanî da

Fermandarê Zêrevanî liser Efrînê daxuyanî da


barkirin: Pûşper 14, 2017, 1:45



Fermandarê Hêzên taybet yên Pêşmerge, hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî di derbarê Efrînê de daxuyanî da.

Ezîz Weysî got Hêzên Pêşmergeyên Rojava ji bo parestina Efrînê bê dudilî amadene canê xwe bidin.

Li gorî daxuyaniyên Ezîz Weysî yên di Rûdawê de cih girtî Eziz Weysî got divê hêzên Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin. Weysî diyar kir; ger Pêşmergeyên Roj derbasî Efrînê bibin dê ne tenê Efrînê lê belê dê karibin her deverê Rojava biparêzin.

Ezîz Weysî ji bo derxistina astengiyan ji aliyê PKK û TEV-DEM ê de jî got ; Tev-Dem û PKK ne serbixwene. Hindem hêz li ser wan zalin û vîna wan ne didest wandeye.

Ezîz Weysî di daxûyaniya xwede got PYD û Tev-Dem li gel wan hêzan tevdigere yên ku dijminatîya Kurdan dikin, di dema xwe de gelek zilim û êşkence li Kurdan kirine.

Di demên bihurî de Pêşmergeyên Roj yên ser bi hêzên Zêrevanî ve xwestibûn derbasî rojava bibin lê ji aliyê PYD'ê ve bi hizra "Dê şerê navxweyî derkeve" destûr nehatibû dayîn. 

dîtin: 66

Pêveker:

azîz weysî zêrevanî ezîz efrîn