• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
FILM | Pira Sîxuran - Aras Rizgar

FILM | Pira Sîxuran - Aras Rizgar


barkirin: Befranbar 18, 2016, 10:48


Fîlm di aslê xwe de behsa çîroka parêzerekî dike. Ew parêzerê ku li karê xwe profesyonelî dinere. Li gor wî tu şert û merc ne asteng in û dive nebin asteng ji bo parastina kesekî ku were zanîn ew sucdar e jî.

Çîroka fîlm: Li Amerîka di salê Şerê Sar de sîxurekî Sovyetan tê girtin. Ji parêzerekî tê xwestin ku wî biparêzî. Ew jî mecbur dimîne ku biparêze. Lê ji ber şert û mercên şer gel wî parêzerê jî wekî xaîn dibînin. Di ser hemu tiştî re parêzer ji ya xwe naye xwarê û wî sîxurê bi her awayî diparêze.

Gelek kesan rexneya propagandaya Amerîkayê kiriye. Li gor min ev ne rexneke di cihê xwe de ye. Berevajî vê fîlm rexne li neteweperestî û li Amerîka jî dike.

Bi taybetî di van rojên şer li Kurdistanê mirov dive li vî fîlmî binerin. Ji ber ku dive em di navbera rejîmeke totalîter an rejîmeke demokratîk dixwazin hilbijartinekê bikin.

dîtin: 1005

Pêveker:

film pira sîxuran aras rizgar