• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Firmayên çekan yên Elman û Fransa dibine yek

Firmayên çekan yên Elman û Fransa dibine yek


barkirin: Pûşper 2, 2014, 6:36


Du kompanyayên mezin yên ku çekên giran çêdikin ya Elman û Fransa dibine yek.

Di weşanên Deutsche Welle yê Elmanya de bi sernivîsa – Di Parestinê de yekîtiya hêzan ya mezin- nûçe belav kir.

Li gorî nûçeyê Firmaya ku navenda xwe li Elmanyaye, Krauss-Maffei Wegmann(KMW) û Firmaya Fransa Nexter biyar girtin ku bibine yek.

Firmaya hevbeş ya bi navê Kant peymana avakirinê dihunê li Parê se hate pêkanîn. Ji bo welatê ku dê firma lê bicih bibe hîna biryar nehatiye dayîn. Hate diyarkirin ku dê herdu firmayên mezin di pêşerojê de bi hemî aliyên xwe ve bibin yek.
Di firmaya Nexter ya ku hemî hîsseyên wê yê Dewleta Fransa ne, xwedî 2 hezar û 800 karkere. Firmaya Elman ya taybet KMW jî li 9 welatên cuda 3 hezar û 200 kesî dide karkirin. Firmaya KMW tanqên Leopard, firmaya Nexter jî Tanqên Leclerc çêdike.

Nêzîkî 30 welatî çekan û tanqên Leopard ji Firmaya Elmanya Krauss-Maffei Wegmann dikirin. Sala bihurî KMW 80 milyon Euro ji karê xwe sûd wergirt. Companyaya Nexter jî 74 Milyon Euro.

Bi yekbûna herdû firmayan 6 hezar kes kete kar û firmayeka mezin ya ku salê bûhayê 2 milyar euro kar dike derkete holê.

Li gorî nûçeyê Firmaya nû Kant Holdîng di karê xwe de dê bibe yekemê Ewrûpa û di cîhanê de jî dighêje asteka bilind.

Wekî tê zanîn li welatên ku şer di nav wan de heye, wekî Kurdistan, Efxanistan, Iraq û gelik deverên dîtir Tanqên Elman û Firansizan jî têne bikaranîn.

 

DW

dîtin: 200

Pêveker:

firmayên çekan yên elman û fransa dibine yek