• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Firotina Petrolê ji aliyê Kurdan ve rejîma Iraqê hêrs kir

Firotina Petrolê ji aliyê Kurdan ve rejîma Iraqê hêrs kir


barkirin: Hêzîran 21, 2014, 4:51


Hikumeta Iraqê carekî dîtir ji ber firotina petrolê ji aliyê Kurdan ve hêrs bû û gef li Hikumeta Herêma Kurdistanê xwar.
Eve demeke arîşeya petrolê di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de heye. Ji ber vê sedemê jî Iraq dem deman hêrsa xwe bi hefxwarina dijî Kurdan ve didê der.
Herêma Kurdistanê jî bi gelik welatên cîhanê re peymanên petrolê çêdike û petrolê difroşe.

Piştî ku hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku keştiyek neft nêzîkî milyonek bermîl hatiye firotin hikumeta navendî ya Iraqê hêrsa xwe bi gefxwarinê da der. Di daxuyaniya Iraqê de tê diyarkirin ku Herêma Kurdistanê yasayan binpê dike û neft firotiye Israil û Tirkiyê.

 

Rûdaw

dîtin: 193

Pêveker:

firotina petrolê ji aliyê kurdan ve rejîma iraqê hêrs kir