• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Fransa banga teqez sînor veke li Tirkiyeyê kir

Fransa banga teqez sînor veke li Tirkiyeyê kir


barkirin: Rezber 14, 2014, 7:58


Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande ji bo parastina Kobanê li Tirkiyeyê banga “Teqez sînor veke” kir.

Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande piştî vekirina pêşangeha têkildarî hunera pêşverû ya Fas a li Enstîtuya Cîhana Ereb li Fransa daxuyanî da rojnamevanan wiha got: “Divê teqez Tirkiye sînor veke. Bi rêya Tirkiyeyê yan jî bi rêyên cuda divê em desteka xwe ji bo muxalefeta Sûriyeyê pêşkêş bikin.”

Hollande bal kişande ser kesên li Kobanê li hemberî DAIŞ têdikoşin û got: “Ev Kurd in, lê Kurdên Sûriyeyê ne.”

Hollande got: “Em dihizirin li Sûriyeyê piştgirî ji bo hemû muxalefetên Sûriyeyê yên civaka navneteweyî binav kirine destek bê dayîn, ji ber ev yekane rêya ji bo demokratîkbûn û aştiya Sûriyeyê ye.”

Serokkomarê Fransa wiha dewam kir: “Li wir niha şehîdek heye, dibe di her kêliyê de ev bikeve destê terorîstan û rê li ber berdêlên giran ên li ser gel veke, bajarê Kobanê ye.”

Hollande pêş vê daxuyaniyê di dema ziyareta enstîtuyê de têkildarî mijara Kobanê jî bang kir. Hollande di serî de li Kobanê ji bo pêşîgirtina li pêşdeçûna çeteyên DAIŞ  li muxalefeta Sûriyeyê banga “dayîna hemû pêwîstiyan” kir.

Hollande got: “Ez li vir ji koalîsyona navneteweyî wêdetir bang li hemû welatên pêwendîdar dikim dikarin destek bidin vê muxalefetê, yanî li hemberî terorîzmê dikarin derfetên xweparastinê bên dayîn.”

Hollande ji bo Kobanê got, “bajarê şehîd, bajarê sembol ê vî şerî ye.”

Di serî de rojnameya Lîberation, gelek rojnameyên Fransiz Kobanê weke “bajarê şehîd” qebûl kirin.

Bi fermî li Fransa 64, li welatên biyanî 5 bajêr di çarçoveya qebûlkirina “bajarê şehîd” de nîşaneya Legîon d’honneur ji wan re  hatiye dayîn.

dîtin: 152

Pêveker:

fransa banga teqez sînor veke li tirkiyeyê kir