• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Fuad Sultanî; Rêberekî canfîda û qehremanê millî

Fuad Sultanî; Rêberekî canfîda û qehremanê millî


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Êlûn 4, 2015, 12:01


Zivistana sala 1979an bû. Roja têkçûna rejîma Pehlewî hate îlankirin. Cejin û şahî bû. Xelk keyfxweş bû ku dawî bi selteneta 50 salîya Mihemed Riza Pehlewî hatibû. Bajarên rojhilatê Kurdistanê ketibûn destê hêza gel. Li qada navendî a bajarê Merîwan xortekî 30 salî çû ser kursiya tiraktorekî û bi dengekî germ û tije hêz ji xelkê re wiha got:“ hevalno rejîma gor bi gor a şahenşahî çû. Êdî îdarekirina bajar, gund û herêman ketiye destê me. Memlekdarî karekî hêsan nîne. Divê em „ şiwra îdarekirina bajar“ damezirînin û hêza asayêşa bajar pêşmerge û şervanên me bixwe ne …”
Van gotinan keyfa xelkê xweş kir ku hingî di nava kelecaneke dîrokî a serkeftinê de bûn.
Wî hema ji wira û di yekemîn deqeya têkçûna rejîma Pehlewî da dest bi xebata xwe kiribû. Ne bi navê partiyeke siyasî belkê weke şoreşgerekî dûrbîn li bendê nebû ku bûyer biqewimin û ew piştre dest pê bikin.

fuad_siltani_01

Kurte jiyan
Navê wî Fuad Mistefa Sultanî û sala 1948an li Elmane gundekî derdora bajarê Merîwan hatibû dine. Dayîka wî Behiye û bavê wî Mistefa du kesên xweşnav ên civata gundiyên xwe bûn. Ji malbateke cotyar û zehmetkêş bû. Zarokekî jîr û zû qonaxên xwendina xwe bidawî anîn. Li bajarê Sine Fuad ji ber hiş û zekaweta xwe a zêde kesekî naskirî bû. Herkesî ji wî hez dikir û heta mamostayên wî jî hurmeteke taybetî jêre digirtin.
Sala 1966an li zanîgeha Tehranê dest bi xwendinê di beşa pêşsaziya elktirîkê kir. Sala 1968-69an bi hevkariya çend hevalên xwe rêxistinek pêk anî ku piştre navê wê bû KOMELE.

fuad_siltani_08

Partiya ku xwedî bawerîyê bi ramanên Marksîsm û Sosyalîzima real hebû. Armanca wan ya sereke ew bû ku çîna karker û zehmetkêşên Kurdistanê li dijî rejîma şahê Îranê şiyar bikin û bîxin tevgera li dijî desthilata wî. Wî bi pileya herî baş xwendina xwe bidawî anî û bû endazyarê elktronîkê. Ne li Tehranê belkî li Sine dest bikar kir û li rex karê xwe xebatên siyasî jî didan meşandin. Li pey berfirehkirina çalakiyên xwe sala 1976an ji hêla rêxistina êstixbarata Îran(SAWAK)ê hate girtin. Lê di girtîgehê de jî ew nesekinî û birêveberiya şoreşeke hizrî da dest pêkirin. Di çar dîwarên zindanê de jî bêtir haya wî li ser rewşa gelê Kurd bû ku bixwe baş dizanî bi çi êş û elemên civakî, aborî û siyasî re rû bi rû ne. Elbete hê ciwan bû ku ji hêla SAWAKê ve hate girtin û xweştirîn salên temenê xwe di girtîgehên rejîma Pehlewî de derbas kirin. Wî di girtîgehê de jî dest bi kar û xebateke bêraswestan kir. Li dijî şikence û sivkatiya girtîyên siyasî wî û hevalên xwe bi qasî 24 rojan di girtîgeha Sine da dest bi gireva birçîbûnê kirin. Dengê wan ji nava dîwarên betonî derket û geha xelkê. Vê pêngavê hêzeke mezin da gel û li dijî rejîma tolîtera padişahî agirê şoreşê gortir bû.

fuad_siltani_06

Derketina ji girtîgehê
Sala 1979an ew ji girtîgehê hate azadkirin û li du bajarên Sine û Merîwan kak Fuad dest bi karê rêxitina gel li dijî rejîmê kir. Û rejîma Pejlewî di zivisatana sala 1979an da hilweşiya. Ew hingî di nava gel da wek „ Kak Fuad „ dihate naskirin.

Karên girîng û dîrokî
Di wan şertên giran û dijwar de kak Fuad bi şev û rojan dixebitî ku gel di çeperê têkoşînê bimîne û ji bo mafên xwe yên rewa karekî kolektîv bikin. Wî di mehên destpêka serkeftina şoreşa gelên Îranê da karên jêr li herêma jyiana xwe gehandin encamê:
1. Damezirandina yekîtiya cotyarên Kurd.
2. Çalakkirina koma pêşmergeyên Komelê
3. Pêkanîna yekîtiya azadîxwazan li Sine, Bane, Merîwan û hwd.
4. Pêkanîna şiwara bajaran li pey têkçûna rejîma seltenetî ku di îdarekirina kar û xebata nava bajarn da pir bi bandor bû.
5. Organîzekirina mêtîng û meşa komî a Kurdên Merîwan bi merema pêşgirtina hêrişa hêzên komara îslamî bo ser herêmên azadkirî û piştgîriya Kurdên Sine, Bane û Serdeşt ku bi fermana Xûmêynî li dijî Kurdan cihad dabû îlankirin û bi fermana wî Sadiq Xelaxalî li çar wilayetên Kurdistanê mijûlî mehkemkirin, îdam, kuştin û golebarankirina şoreşgerên Kurd bû.
6. Dijberiya li hemberî Cihada Xûmêynî û pêhesandina civakê li hemberî hovîtiyên nûnerê Xûmêynî ku jêre digotin qesabê Kurdistanê an jî Sadiq Xelxalî.
Wî di qada teorî û piraktîkê de wek lîderekî layîq zû jîrbûna xwe ji xelkê re dabû kifşê.

fuad_siltani_02

Qehremanên millî
Li ser vê axê, li welatekî dêrîn anku Kurdistanê şoreşger, kedkar û navdarên me pirin. Kesên ku bi ked û xwîna xwe heza gel a ji welat û jiyanê kirin mîrasekî bêmirin. Belkî mirov bi wêrekî bikarîbe bêje: bêtir ji hemû netewên li rû dinê di nava Kurdan da „ qehremanên netewî “ hene. Sedan sale ku Kurd ji bo avakirina „ dewleteke serbixwe “ di kar û xebata çekdarî û siyasî da ne. Her carê hinek kesên fîdakar bûne qehremanên millî û şopa karekî çê û nejbîrkirî li pey xwe hiştine. Bûne sembolên şoreşa serdema xwe û rê li ber herikîna rûbarê şoreşê xweş kirine. Di dîroka Kurdistanê de navê sedan kesên wiha hene. Ji Xanê Dimdim, Qedemxêr, Pêşewa Qazî, Simko, Leyla Qasim, Mame Rîşe bigire heya Mezlum Dogan, Kemal Pîr, fermandar Egîd, Zekiye Alkan û şehîd Sefkan kesên mîna kak Fuad Mistefa Sultanî jî hene ku mixabin ji ber teskbînîyên di ragehandina Kurdî a îro da kêmtir hatiye naskirin.
F. Sultanî yek ji damezrînerên KOMELê kesekî jîr, afirandkar û zana bû. Dizanî gel çi dixwaze. Xwendina wî li ser civakê kûr bû. Baş dizanî ka di laşê civakê de cihê êşê li kûye û gere çi bike ku dermanê êşê cihê xwe bigire. Baweriya wî bi gel hebû û ji bona wê jî gel ji wî hez dikir. Ew kêm jiya lê hemû temenê xwe di rêya doza Kurdistanê de derbas kir. Li pey rênimonî, şîret, gotar û nivîsên wî sewiya rewşnebîriya civakê bilind bû. Hêza berxwedana gel a li hemberî rejîma îslamî ji serokatiya wî dihat. Ji ber wê jî bi ji dest çûyîna wî zirara herî mezin li gel ket. Şehîd Fuad mîmarê şoreşê bû. Bi vê re mirov dikare bipirse: Gelo îro ger ew sax bûya yê rewşeke wiha li rojhelatê Kurdistanê hebûya? Gelo ewqas nakokî û netifaqî yê di nava rêxistinên syiasî de kûr bûna?!
Wî îro jî dikarî hêzeke yekdest li hemberî komara îslamî bide hev û rêya şoreşa gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê bigûherîne. Komela ku ew yek ji damezirînerên wê bû niha neketibû vê parçebûnê. Hêza ku baweriya wî pê hebû, hêza gel bû. Îmana wî bi wê hêzê bêdawî bû. Rewşa ku îro li bakurê Kurdistanê heye, hingî bi xêra ked û dûrbînya serokekî mîna F. Sultanî li rojhelatê Kurdistanê hakim bû.

fuad_siltani_03

Şehadeta Kak Fuad
Komara îslamî baş ew nas dikirin û li benda derfetekê bûn ku wî kesên karîzmatîk bikujin.
31ê Tebaxa sala 1979an ew di şerekî de li gundekî nêzî bajarê Seqiz de tê şehîdkirin. Berxwedana wî û çend hevalên pêre biserê xwe destaneke nenivîsandîye. Beriya wê di 25ê Tebaxa wê salê da du birayên wî Emîn û Husên Sultanî li bajarê Merîwan bi destûra Sadiq Xelxalî hatibûn golebarankirin. Du birayên wî yên din jî ( Macid û Emced ) çend roj piştî şehadeta Kak Fuad li bajarê Tebrêzê hatin îdam kirin. Her çar li goristana Talesuwar li bajarê Merîwan hatine veşartin. Mezarê kak Fuad jî li tenişt mezarê çar birayên din hatiye veşartin.

 

Rêberekî karîzmatîk
Rolê wî di duristkirina rûdanên wê serdemê da pozîtîv bû. Ew bi hemû wateya xwe rêberek bû ku dost û dijminên welatê xwe baş nas dikirin. Li benda çêbûna bûyeran nebû, wî bixwe dixwest gel ber bi rêya rast ve han bide. Elbete gel û hêzeke mezin li pişta wî bû û ew jî bi wan re semîmî û rûrast bû. Ew li pey azadbîna ji girtîgeha rejîma padişahî tenê yazdeh mehan jiya lê wî karî di wê dema kurt da hîmê şoreşekê darijîne ku heta roja îro jî bandora wê di nava gel da maye. Karê wî di organîzekirina hêza hemû çînên civakê de bû sedem ku azadîxwaz ji hemû Îranê berê xwe bidine rojhilatê Kurdistanê û li wira dest bi têkoşîna xwe ya siyasî li dijî rejîma nûhatî anku komara totalîter a îslamî bikin.
Baweriya şehîdê nemir Fuad Sultanî bi hêzeke çep û radîkal a gel hebû. Feqîr û hejarên nava gund û bajaran wiha li dorê kom bûn. Axa, beg û feodalên Kurd ji wî hez nedikirin, lê cihê wî di nava dilê kedkarên Kurd da parastî bû. Bi bîr û ramanên xwe û di qada piraktîkê da bibû kesayetiyek karîzmatîk. Ew bi herkesî re qenc û çê bû. Aşiqê axa xwe, xwezî û armanên Kurda bû. Li pey paşerojeke bû ku zarokên welatê wî bi bextewerî bijîn. Qedir û qîmet dida parastina axa xwe û bi hemû wêrekiya xwe ew diparast. Bi baldarî guhdarî xelkê dikir û bi nermî bi wan re diaxivî. Wî dizanî ku ger roja îro pêngavekê di rêya avedanîya welatê xwe de helînin, sed pêngavên pêşkeftinê yê bibine para paşeroja nifşên li pey wan. Li cem Kak Fuad îmana bi kar û xebatê bêdawî bû. Hezar xeyalên wî ji zarokên axa wî re hebûn. Fuad li dijî xûlametî û bêganeperestiyê bû. Wî pirî caran wiha gitibû:” Divê hûn bizanîbin ku tu civak û ti mirovek li ti dereke dinê bi xûlamtî û caşatiya ji biyanî û dagîrkerên welatê xwe re ji feqîrî û felaketên jiyanê xelas nebûye, belkî berevajî wê di nava wê de niqom û wenda bûye.”
Wî bi qasî hêza çiyayên Kurdistanê bawerî bi kar û xebata bi gel re hebû. Ger wiha nebûya ji mêjda bû ku gorên har û çeqelên xwînxwar li rojhilata navîn em tunekiribûn. Bi xêra rêberên wiha ye ku gel tim di qada xebatê de serzindî bûye. Ew kesekî çep bû, bes pir dixebtî ku nasnameya Kurdbûna xwe biparêze û mafên xwe yên meşrû û millî bidest bêxe. Ji wê neditirsî ku ji armancên wiha re wî wek nasynalîst û netewepereste binav bikin an jî binasin. Ji zarokên Kurd re daxwza wî a yekê “ nasnameyeke Kurdî ” bû.

fuad_siltani_04
Gotinên kak Fuad yên balkêş hê jî ji di hişê civakê de mane:” Werin ji vê zêdetir axa welatê xwe neêşînin û riheke nû bidene nava dilê wê axê. Werin em bi qîmeta canê xwe paşeroja welat û zarokên xwe ava bikin. Werin Kurd bin û layîqî Kurdistanê bin. Ewên ku tenê bi dirûşman serkeftineke demkî bi dest dêxin weke wî ewrîne yê ku hêza berxwedanê li hemberî tîrêjên tavê nine…”.
Wî wiha gotibû:” Em germahî û tîrêjên rojê ne û şervanên afirandina ronahiyê, kes nikare tava rojê bêxe davka esaretê…”

Em di civakekê de dijîn ku ji ber dagîrkeriya çar dewletan rastî nexweşiya “ xwe ji bîrkirin û depirationê ” bûye. Di vê navê de karê kesên weke Fuad Sultanî û Mezlum Dogan biserê xwe serhildaneke çend alî ye. Kak Fuad endazyarek bû û dikarî bi bisporiya xwe bibe xwediyê jiyaneke herî xweş, lê kete xizmeta xelkê û bû sembolek û nimuneya şoreşgerekî rastîn.

dîtin: 335

Pêveker:

fuad sultanî; rêberekî canfîda û qehremanê millî