• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
G20 di jêr bandora Cenga Sar de saz dibe

G20 di jêr bandora Cenga Sar de saz dibe


barkirin: Êlûn 5, 2013, 10:11


Rojnameya Fransî, Le Figaro, gotarek bi sernivîsa, Lûtkeya G20 li ser bingeha Cenga Sar li Rûsya tê lidarxistin, belav kir.

Di gotarê de hatiye: Lûtkeya G20 ku dê rojên pêncşem û înê li Saint Petersburg birêve biçe dê di jêr bandora nakokiyên Amerîka û Rusya derbarê lêdana Sûriyê de be, di demekê de ku pêwendiyên her du welatan di asta herî nizim de ne.

Serokatiya Rûsya mîna şagirtekî jîr karên G20 amade kiriye: Geşepêdan, siyaseta bacê û rêkxistina diravî…

Li koçka Constantin ku niştegeha havînî ya berê ya Betrusê Mezin bû, Vladimir Putin dê pêncşem û înê pêşwaziya rêberên her 20 aborên herî mezin di cîhanê de bike. Lê çarenivîsa dirava cîhanî ne pirr cihê guhdana raya giştî ya Rûsyayê ye û berî çend rojan ji êrîşeke Amerîka li dijî Sûriyê, kes ji Rêberê Kremlin pêşbînî nake ku pabendî ajandaya fermî ya lûtkeyê be, lê ewê xêza veşartî ya dîplomasiyeta Rûsyayê di kêferata Rojhelata Navîn de dûbare bike.

dîtin: 202

Pêveker:

g20 di jêr bandora cenga sar de saz dibe