• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gaveka dîrokî, Kovara Felsefê bi Kurdî derdikeve, FELSEFEVAN

Gaveka dîrokî, Kovara Felsefê bi Kurdî derdikeve, FELSEFEVAN


barkirin: Befranbar 11, 2015, 7:27


Kovareka xwerû bi zimanî Kurdî ya Felsefê derdikeve. Kovara bi navê FELSEFEVAN ji aliyê civaknas û felsefevanê Kurd Alî Gurdilî ve tête amadekirin û derhênan. Kovara Felsefevan wekî encama karekî demdirêj û berheveke dewlemend ya Felsefê ya Alî Gurdilî tête weşandin. Hetanî neha civaknasê Kurd Alî Gurdilî bi hezaran aforîzma an ku gotinên felsefî wergerandine Kurdî û bi hezaran lêkolîn û dazanînên felsefê bi Kurdî di torbendên civakî de û di gelik malper û rojnama de belav kirine.

Kovara Felsefevan hejmara xwe ya yekem vê hemê diweşîne û her 3 meha carê dê bête weşandin. Dê di nava xwe de gelik lêkolîn, lêgerîn, şirove, gotin û dazanînên felsefê rabigre. Di heman demê di kovarê de dê şirove û dazanînên giring yên nivîskarên Kurd li ser felsefê jî cih bigrin.

Rêvebirê Kovarê Alî Gurdilî di derbarê hejmara yekê û derçûna Kovara Felsefevan de ji bo Rewanbêj weha derbirî;

“Pêdiviya Kurdan ji her demê bêhtir bi zanist û têgihiştin û zanînê heye. Kurd civakeka têkoşerin û di warê siyasî de jî xwe bi cîhanê dane pejirandin û dane zanîn. Lê belê pêşketina civakekê bi asta wê ya nasîna zanistê ve diyar dibe. Di heman demê de peywendiyên civakî, peywendiyên navbera mirovan, asta perwerdê gelekî giringe. Ji bo civakî baş, ji bo civakekî pêşketî pêdivî bi nasîn û zanîna yasayên xwezayê û civakê heye. Di vê holê de zanîna felsefê dewrekî giring dilîze.

Du armancên serekî hene ku em kovara Felsefevan bi Kurdî dertênin. Ya yekem; Civaka Kurd pir zêde bi felsefê ve ne li heve, ji ber ku civakên rojhilata navîn ji ber dercûna ol ên sereke yên dîrokî di nava wan de û ji ber kevneşopa xwe ya mirovhezî û hestyarî hizra felsefê pir durî xwe dibînin û ji ber pergalên xwe yên dewletên oligarşîk û di encam de diktator hertim felsefe milk û semyanên Rojava dîtine. Lê mixabin eve hizreka xelete û hizrên felsefê yên pir giring ku ji bo rojava jî bûne ronahî li rojhilata navîn derketine. Felsefe ne rêbazeka hizire ku dijberiya hizrekî dîtir bike, felsefe bixwe şiroveya jiyanê ye, nêrîn û awira li jiyanê ye. Bo vê yekê ji herkesî bêhtir pêdiviya civaka me bi felsefê heye û em di wê baweriyê de ne ku gavên me yên biçûk jî bibin dilopek ya deryaya hizir ya civaka Kurd.

Xala duyem jî ya derçûna kovara Felsefevan ewe ; em dixwazin asşkere bikin û pêşanî herkesekî bidin ku zimanê Kurdî ji gelik zimanên cîhanê bêhtir zimanê Felsefê ye, zimanê Kurdî wekî ku dagirkerên welatê me dibêjin na berovajî felsefe û zanist, derunnasî û civaknasî herî zêde bi zimanê Kurdî dikare bête derbirîn. Em dixwazin him ew hizra zimanêxwe biçûkdîtinê ya Kurdan bişkînin, him jî ji kes û hêzên derveyî Kurdan re pêşan bidin ku zimanê Kurdî bi her awayî bersiva asta bilind ya civakekî pêşketî dide.

Li ser şêwazê derçûna Kovara Felsefevan jî rêvebirê Kovarê Alî Gurdilî weha got;

“Em dê kovarê her sê meha carekê biweşînin. Mebesta me ewe ku em bighînine her Kurdekî çar parçeyên Kurdistanê û hawîrdorê cîhanê. Bêguman em dixwazin ku herkesek bixwîne. Him bi zimanê xwe him jî bibe xwedan zanist û xwedan hizirekî pêgihiştî. Em ji hemî nivîskarên xwe, ji hemî malperên Kurdî, ji hemî weşanxane, pirtûkfiroş û saziyên çandî dixwazin ku ji bo xwendina kovara Felsefevan piştevaniya me bikin û bibin pir da ku xwendevanên zimanê kurdî yên Felsefê zêde bibin.

Kovara Felsefevan vê demê bi rêka emailê aboneyan werdigre. Navnîşanên belavkirinê yên Ewrûpa û deverên dîtir yên cîhanê, yên parçeyên dîtir yên Kurdistanê jî di rojên pêş me de dê bêne ragihandin.

Jineha ve kesên bixwazin bibin abone dikarin dikarin bi rêka emailê bibin abone.

 

[email protected]

www.felsefevan.org

dîtin: 632

Pêveker:

gaveka dîrokî kovara felsefê bi kurdî derdikeve felsefevan