• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gazprom serê salê li Helebceyê dest bi kar dike

Gazprom serê salê li Helebceyê dest bi kar dike


barkirin: Sermawêz 10, 2013, 4:44


Kompanya Gazprom a Rûsî ji bo derxistina petrolê di destpêka sala nû de li Herêma Kurdistanê, sînorê qezaya Helebceyê dest bi karê xwe dike.

Li gor nûçeya BasNewsê Qeymeqamê Helebceyê Edhem Goran der barê vê mijarê de ji BasNewsê re got: ‘’Biryar e destpêka sala nû şirketa Gazprom li navçeyê dest bi karê xwe bike. Em çend caran ligel berpirsên Gazpromê civiyane û me tekez kiriye ku divê hevwelatiyên navçeyê ji vî karî sûdmend bibin, herwiha ew karkerên ku werdigrin jî yên navçeyê bin û di heman demê ji bo pêşxistina Helebceyê kar bikin.’‘

Edhem Goran wha axifî: ‘’Berpirsên Gazpromê soz dane ku di warê tendirûstî, jinan, zarok û sporê de hevkariya me bikin û ji bo Helebceyê çend projeyan jî cîbicîh bikin.’‘ Li gor Goran, Gazprom niha bi projeyên mezin dest bi karê xwe nake, bi çend projeyan dest pê dike û niha di qonaxa yekem a karê xwe de ye. Dest bi pişkinînê kiriye û biryar e ji destpêka sala nû ve bi awayekî fermî were navçeyê.’‘

Hhejayê gotinê ye li gor girêbesteke navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê û şirketa Gazprom a Rûsî, biryar e ji destpêka sala 2014’ê ve şirketa navbirî li sînorê Helebceyê bi awayekî fermî dest bi karê xwe yê derxistina petrolê bike.

Jêder Bas News

dîtin: 163

Pêveker:

gazprom serê salê li helebceyê dest bi kar dike