• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelê Katalon dengê xwe ji bo Serxwebûnê da

Gelê Katalon dengê xwe ji bo Serxwebûnê da


barkirin: Rezber 2, 2017, 11:38


Dihunê Referandûma herêma xweser ya Katalonyayê pêk hat. Di referandûmê de sedî 90.09 deng bi aliyê Serxwebûnê de derketin.

Referandûma di bin zilm û êrîşên hovane yên hêzên Îspanî de pêk hatî, li gel hemî astengî û êrîşan bi erê ya Serxwebûnê ve encam da. 

Piştî Referandûmê Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont ragihand ku wan mafê avakirina dewleteke serbixwe bidest xistine.

Di encama êrîş û zora polisan de 844 kes birîndar bûn.

Berdevkê Hikûmeta xweser yê katalonya Jordi Trull ragihand ku 2 milyon û 262,424 hezar kesî deng danye. Li Katalonyayê 5 milyon û 300 hezar kesên xwedî mafê deng hene. Ji vana sedi 42,3 deng dan. Puigdemont ragihand ku dewleta ewê ava bikin dê "Komar" be. 

dîtin: 82

Pêveker:

katalonia catalonien referandum serxwebûn komar