• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelo, Erebistana Seûdî û Îsrayîl dê êrîşî Îranê bikin?

Gelo, Erebistana Seûdî û Îsrayîl dê êrîşî Îranê bikin?


barkirin: Gelarêzan 8, 2013, 11:32


Peywendiyên di nabeyna Erebistana Seûdî û Dewletên Yekbûyî de aloztri bûne. Riyad, ji ber sîyaseta Waşîngtonê ya li Rojhilata Navîn, bi taybetî, ji ber betalkirina lêdana li Sûriye û gavên ber bi nêzîkbûna bi Îranê re ne rehet e. Û di vê navberê de li Rojavayê zanyarî hat belavkirin, ku Erebistana Seûdî dikare bibe hêzekî nû ya nukleerî.

Beriya bi demekî serokê îstîxbarata Seûdiyê şahzade Bender bîn Sûltan ragihand, ku Riyad dixwaze peywendiyên xwe yên bi DYA re ji ber çavan re derbas bike. Ya pêşîn Riyad bîryar da ku hevkariya xwe ya bi Waşîngtonê re di warê perwerdekirin û biçekkirina serhildêrên Sûrî de bidawî bîne. Her wisa Riyad gef li Waşîngtonê xwar ku ewê li şûna DYA ji xwe re dê partnerekî nû ya di warê petrol û hinardekara çek û cebilxaneyan de peyda bike. Sîyasetzan Elî Hacizade dibêje, bi wê cûreyê Riyad nerazîbûna xwe ji Barak Obama re nîşan dide:

“Erebistana Seûdî dewletekî xurt e, zengîn e û dewletekî aram e, ku di maweya demekî dirêj de li herêmê hevpeymana DYA bûye. Çendîn sal e ku Seûdî ji DYA bi nirxeke ne erzan çek û teknîkên leşkerî dikiriya û petrola erzan jê re difirot û şîrketên Aerîkî bi sîparişên sûdmend dabîn dikir. Û di berdêla wan de jî Riyad ji Waşîngtonê xwast ku ewlekariya wî ji dijminên real û yên potensiyel biparêze”.

Dîlopa dawî ya ji bo desthilatdarên monarşiyê, nêzîkbûna Waşîngton a bi Îranê re bû, ku li herêmê hevrikê herî sereke yê Riyadê ye. Riyad, peywendiya telefonî ya serokên DYA û Îranê ku di meha Îlonê de pêk hatibû, her wisa civîna koma 5+1, a ku yekser pey wê re birêve çûbû, wekî gefek li hember ewlekariya xwe dibîne. Desthilata Seûdî bi endîşe ye ku eger ambargoyên li hember Îranê bên rakirin, ewê dê bibe lîderê herêmê. Wekî bersiv li hember nerazîbûna Riyadê, di çapemeniya Amerîkî û Brîtanî de zanyarê hat belavkirin, ku Erebistana Seûdî bi Pakîstanê re peymaneke nepenî ya ji bo kirîna çekê nukleerî îmze kiriye. Ka peymaneke wisa heye, an na, ne zelal e. Lê sînyalê ku Waşîngton ji Riyadê re dişîne, pir zelal e: li ber çavên me, hûn ji Îranê qet çêtir nînin.

Bê guman peywendiyên her du welat dê bi yekser qut nabin. Li DYA lobîyeke pir xurt a Seûdîyê heye. Û jinalîiyekî din, sîyasetzanê Rûs Andrey Grozîn dibêje, Waşîngton jî baweriya xwe bi serkeftina diyaloga bi îraniyan re neyîne û lewma jî nexwaze hevpeymana xwe ya kevin winda bike:

“Li Erebistana Seûdî gelek pirsgirêk hene û ew nikare bêyî sponsorekî jiderve, an ku bêyî DYA, wan çareser bike. Herçi gavên dawî yên Riyad û Waşîngtonê ne, ew lîstikên dîplomasiyê ne; ew ji hevdu re nerehetiya didin fehmkirin”.

Lê endîşeye analîstan ew e, ku Riyad dikare li herêmê gavên gavişkî bavêje. Di serî de jî li Sûriyeyê. Varyantekî hîn metirsar jî heye: da ku lîstikên Koşka Spî tevlihev bike, elîtên Seûdî, ku bi kevneşopî bi kevneparêzên amerîkî re girêdayî ne, dikarin rewşa li dor Îranê aloztir bikin. Di vir de Îsrayîlê ku êdî ji Barak Ovbama bi tevayî xiyalşikestî bûye, dikare bibe hevpeymanekî herî gengaz ê Riyadê. Di vê babetê de sîysetzan Elî Hacizade dibêje: “Vê gavê pozîsyona Îsrayîlê jî eynî wek ya Erebistana Seûdî ye, tenê şêwazên wan ji hev cuda ne”.

Peywendiyên nêz ên bi DYA re dest û piyên Erebistana Seûdî girêdabû. Niha qirliyeta sehrayê bi dûrketineke bi formalîte ji DYA`yê, dest û piyên xwe azad kirine û êdî dikare her gavekî nepayînî bavêje.

dîtin: 349

Pêveker:

gelo erebistana seûdî û Îsrayîl êrîşî Îranê bikin