• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelo kê wê bibe xweyê Şengalê? | Eskerê Boyîk

Gelo kê wê bibe xweyê Şengalê? | Eskerê Boyîk


barkirin: Sermawêz 28, 2014, 9:31


Gelo kê wê bibe xweyê Șengalê? PKK yanê PDK!

Hemû hêzên berxwedana Şengalê, berê yekemîn êzîdî gerekê bibine xweyê Şengala xwe!..

Belê, zû be, yanê dereng be, axa Șengalê wê ji gemarên DAÎȘ`ê paqij bibe!..
Lê rîya pêșeroja Șengalê hela paqij nîne. Belê, birînên Șengalê gelekî kûrin, pêșeroja Şengalê jî hela di nava tarî û dûmanê da hatîye wergirtinê û pêçanê. Ji alîkîva nîv mîlyon xelkê bê cî û sitar li kolanan, vê surr û serma zivistanê di bin çadira da dizêre, ji aliyê dinva jî li ser Șengalê dest bi bazirganîyê û tucaretê bûye…

ESKERÊ BOYÎK: GELO KÊ WÊ BIBE XWEYÊ ȘENGALÊ?

Çi ku hema roja ewil da ciyê tirsê bû, êdî dest pê bûye .
Sûretê vê komkujiya reș ji roja ewil da heta îro li ber çavn e.
Xisûsîke vê komkujya Êzdiyan, Fermana 73 an, vê kereseta reș ew bû, ku bawarkî payê gelê Kurd yê pirê rabû pișta Êzdiyan, her hêzeke Kurdistanî / her yek bi cûrekî/ hatin hewara Șengalê. Xîreta netewî Kurdistanê da ser ket.
Eva di dîroka fermanên li ser Êzdiya da cara ewlin e.
Roja teng da, bira rabe here hewara birê xwe qencî nîne, lê çi jî hebe civaka Êzdî qenciya dișêkirînîn û ev yek nayê ji bîrkirin.
Banga min hêzên Kurdistanî ewe, di vê pirsê da berjewendî û dijîtiyê navxweyî daynin alîkî, bi lihevhatin û kara netewî /kara vê civaka șikestî/ tev bigerin, Êzdiyan û Șengalê nekin lîstoka berjewandiyan, bibin xêrxwez, pêșewitî, girûpên Êzdiya nekșînin nav dijîtiyên xwe, wan jî ranekin dijî hev, ku bi maqûlî pirsgirêk çareser bibin, birîn kûr nebin, bên dermankirin.
Bi vê tiragêdiyayê Șengalê û Êzdiyan ra hinek derfetê erênî çê bûne ku pirsgirêkên vê heremê, ku bi sala civya bûn bên çareserkirin.
Ji bo pêșîrojê, Șengalê ra gerekê rêyên rêal, maqûl, bê hucet bêne dîtin, nekevin pey xewn û xiyalên rengkirîye werimandî, soz û gotinên bê bingeh.
Șengal dîsa dîrek hukumata Bexdayêva girêdayî hîștin riya herî șaș û civaka Êzdiyan ra bê pêșîroj e.
Dîroka dewrana gerekê neyê jibîrkirin.
Di dema heyîtiya xwe da hukumata Bexdayê tu pirsgirêkeke Șengalê çareser nekir. Pirsgirêk kûrtir bûn heta gîhya KOMKUJIYÊ…
Çiqas komkujiyên Êzdiyan çê bûne bi destê olperest û talançiyên ereban hatine kirin, dijminên here xeter erebê Mûsilê bûne.
Vê komkujiyê da jî usa bû…
Hela berî komkujiyê, ev pêvajo ji Mûsilê dest pê bû, dema xwendkarê Êzdiyan bi mecbûrî, ancaxî ji destê nijarperest û olperestên ereb ji Mûsilê revyan.
Ciyê Șengalê û hêza Êzdiyan jî tevara dîhar e. Sozên ku hêz û lîdêrên navnetewî jî didin hinek Êzdiyan, rastiya wan û dombûna wan tevara eyan e.
Helbet xebera dewî gerekê bidine Șengaliyan.
Bi texmîna min, Șengalê ra çareserya here maqûl statûya Avtonomiya Êzdiya ya bi tebyet e, di nava Bașûrê Kurdistanê da.
Dewyê da hîvya min ewe, guh bidin Êzdiyan, bira dilê wan be, ji bo zyankêșê vê kereseta malwêran Êzdî bûn.

 

Çavkanî: Pirîskê Mihoyî

dîtin: 305

Pêveker:

gelo bibe xweyê Şengalê eskerê boyîk