• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gera Laleşê

Gera Laleşê


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Sermawêz 5, 2013, 1:10


Roja pêşî danê êvarî li Duhokê dîdara wêjeya Bakur û Rojava jî bi semîneran qediya û piştî bêhnvedanekê helbestxwendin hatin lidarxistin, ji helbestvanên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê helbestvanan helbestên xwe xwendin. Bi taybetî bala min kişand ku helbestên helbestkarê Rojava bi piranî giraniya wan şer, xwîn û kuştin bû. Vê yekê şerê 1990 î ku li Bakurê Kurdistanê ji şer pê ve tu tiştek ne li ser bala kesî bû dihat bîra min. Ji xwe babeta semînera min jî ev bû ku wê neyîniya şer bi awayekî berbiçav çîrokên sûnî ku her tim qala xwînê dikirin derxistibû holê bû. Diyar bû ku di helbesta Zazakî de jî Roşan Lezgîn bala nivîskarên Rojava û Başûr dikişand.

Û em êdî derketin ku herin. Di navberan de û di dawiya semîneran de li hola avahiyê li ser piyan dîsa nivîskar diketin sohbetên lihevpirsînê û wênekişandina diyariya wan rojan. Ku yeki digot em bi hevdû re wêneyan bikişînin deh hebên din jî dihatin û xwe dida ber ku ew jî têkevin wêneyê. Êdî wênekêşa gelek kesan hebû ku tunebûya jî telefona wan amade bû ji wênekişandinê re.

Piştî gelek wênekişandinê em çend heval wekî Yaqob Tilrmenî, Hogir Berbir û Mehmet Devîren di ber Zanîngeha Newroz ku li himber avahiya Yekîtiya Nivîskaran bû ber bi sûkê ve meşiyan. Her ku diçim Duhokê ez tenê bim jî carekê bi şev carekê jî bi roj teqez li sûka wê digerim. Îjar jî bi hevalan re ji bo stendina hinek diyarî û asûkan em digeriyan. Bi taybetî telefon li vê derê erzan bûn û gelek hevalan kirin, heta hinekan 2 heb jî kirîn.

Di wê gerê de bi dengê Şivan û sirûda Ey Reqîb mirovin li serê kuçeyek sûkê kom bûbûn. Ku min ew kombûn dît ez ji hevalê xwe qetiyam û ber bi wê komikê ve çûm. Li ser maseyekê kaxezên bi nivîs ku binî dihat îmzekirin hebû. Min pirsî gotin ku ev kampanyayek ji bo helwesta li dijî parlementerên îslamî ku di parlemena Kurdistanê de, di xwendina srûda netewî Ey Reqîb de ranebûne ser piyan û rêz negirtine ye. Min jî îmze kir û cara yekê bû kû min li Başûrê Kurdistanê îmzeyek ji bo kampanyayekê avêtibû. Sedeme ranebûna wan jî ku min pirsî ev bûye; di sirûda netewî de rêzikên ku dibêje “Dîn îman e, ayinman e her niştiman”. Ev rêzik bûye sedem û nîqaşa pir giring û bi metirsî. Yanî ew parlementer dibêjin “çawa dibe ku dînê me û îmana me Kurd û Kurdistan be? Ev nabe.” Ev yek hê jî tê nîqaşkirin.

Piştî ku em têra xwe li sûka sergirtî û mezin geriyan û gelek diyarî, çay, çil û berg kirîn roj çûbû ava û me berê xwe da Restoranta Azadî.

Roja duduyan ya dîdarê semînera min hebû. Semînera min li ser aliyekî bandora şer ya neyînî yê li ser vegotina çîrokan bû. Di semîneran gişan de başnefêmkirina dialog û telafûza zaraveyên kurdî hebû. Carinan hewce dikir ku nivîskaran bi hinek hevalên xwe tercûme bike. Bi taybetî jî alfabeya tîpên erebî û latînî dibûn arîşe di xwendina belgeyan de.

Gera Laleşê:

Ji roja pêşî de me çend hevalan digot em dê herin serdana Laleşê. Di êvara roja sisêyan ya dîdarê de mirovekî pîsporê aboriyê, em nivîskarên Bakurê Kurdistanê dawetî xwarinê li avahiya nivîskaran kiribû û em li wir hatin ba hev. Bi gelek nîqaşan, danûstendin û pirsên bakuriyan ji wan û pirsên wan ji bo bakur û tevgerên bakur hatin bersivandin. Pêşmergeyekî kevin ku di şerê birakujiyê yê PKK’ê û PDK’ê de birîn bûbû û niha ew jî helbestvan bû jî mazûbaniya me dikir, lê belê tevlî wan rojên salên çûyî yên nexweş jî hemû nîqaş bi asteke gellekî xweş bi nirx hatin holê û şeva me bi ken û henekan çû serî. Heta bi pêşniyaza wan hevalên Başûr me gereke Laleşê ji bo sibehê jî kir bername û em bi xatirxwestinê çûn Otêla Hakar. Roja sisêyan ku bi piranî bi niqaş û planên vegerê derbas dibû em dîsa di heman qonaxên rojê re derbas bûn û me li semîneran guhdarî kir. Di vê roja sisêyan de bi semînera Rodî Zinar re qerf û henekên Apê Mûsa li hêwanê olan da, me dîsa ew ne bi berfirehî be jî bi bîr anî li navenda Duhokê li banokeya Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê. Piştî nîvro ji ber ku hinek semînerdar nehatibûn û valahî çêbûbû, semîner tunebû. Jig ber wê yekê jî me biryara çûyina Laleşê xist pratîkê. Bi du jîpan em bi wan mazûbanên me yî şeva çûyî re ketin rêya Laleşê. Cîpa pêşî ya Pêşmereyê kevin bû ya dawiyê ku ez jî têde bûm ya Aborîzan û nivîskar ku ew jî burokrat û mamoste bû. Bi taybetî min xwestibû ku têkevim jîpa birayê aborîzan ku hinek pirsan jê bikim.

Em bi rê ketin di wê roja ku êvarî pir baran bariyabû û hê jî erd hemî şil û cî bi cî gol li ser rêyan û li rex avahiyan kom bûbû. Mij hê baş ji erdê bi dûr neketibû û peşkên baranê jî didomiya. Ez bi rastî bi peroş bûm. Ji ber ku bi dehsalan e ku em bi çîrokên Êzdiyan mezin bûn, carinan bi fesadiyan dihat holê ev çîrok û carinan bi qerf. Bi mezinbûnê re me di hinek pirtûk û kovaran de agahiyên di derheqê dîrok û çanda Êzdîtî û Zerdeştiyê de  xwendibûn û yekbûna Kurdîtî û Êzdayetî û herwiha Zerdeştiyê bi min re, di hişê min de bi cîh bûbû ji mêj de. Ji ber wê yekê jî wekî ez dê herim cîhê binyada mirovahiya xwe, wisa bi peroş bûm.

Min got ji bo pirsan ketim jîpa kekê aborîzan û min pirs li ser pirsê dikir. Wî jî bi bi dilxweşî û berfirehî bersiva wan dida, li gor min pirsî û wî digot:

–          Para şexsekî ji hasilata Kurdistanê ya salane 5.600 dolar e.

–          3.600 hezar kes bê kar hene.

–          Ji petrola Iraqê para Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîl ji nefta Kerkûkê û xeta Tirkî, di 2014’an de 1.000.000 bermîl, di sala 2016’an de 2.000.000 bermîl dê para Herêma kurdistanê bikeve. (ji bilî nefta ku Kurd dê derxin an derdixin).

–          Duhokê li ser gaza xwezayî ye û 50 milyar bermîl gaz û neft heye li Kurdistanê.

–          Em ava bin erdê dernaxin, ji ber ku ava bin erdê ne baş e, em hewl didin ku bendavan çêkin, kortên nava kolikan bigirin û bi wê avê deşta Hewlêrê û deverên din av bidin.

–          Devera Şêxan piştî Duhokê ye û di vê mintiqê de 220 hezar teqrîben êzdî hene. Ermen li Zaxo hene.

–          Di sala 2013’an de ji bo cejna qurbanê 6.000 sewal hatine serjêkrin. Serjiimara Duhokê 400 hezar kes in.

–          Niha em bi gaza xwezayî elektrikê çêdikin û êdî em ne hewcedarî Tirkî ne.

–          Eskerên Kurdistanê hemî bi dilê xwe diçin eskeriyê û teqrîben mehê 450 dolar distînin.

Bi van pirsan û gelek pirsên dîtir em gihaştin nêzî gundê Beadra ku dibêjin Şêxên Êzdî lê dimînin. Û  di şilahiya baranê de, di nava darên hewr, spîndar û zeytûn û fêkiyan de em hatin ber avahiyên Laleşê.

Avahiya pêşiya kompleksê ku ser wê wekî kumbeteke serî zirav û tûj û li gelek wêne û hişê mirovan de bûye wekî semboleke parestgehên êzdayetiyê hebû. Ku em ji jîpên xwe daketin nobedaran bi bangekê gotin ku divê em solên xwe ji pê bikin, yan na ne pêkan e ku em bigerin di nava avahiyan de. Baran tunebû lê barana bi şev û sibehê erd gelekî şil kiribû û hewayek cemidî hebû, ji ber wê yekê jî gelek hevalan gotin ku emê nexweş bikevin. Ji ber wê hatina ku firsetek bû ji me re, me pejirand û solên xwe ji pê kirin û goreyên xwe xistin hundurê wan û xwas em di ber avahiya Xefûrê Rê ketin hundurê Sûka Marîfetê û bexçeyê avahiyan û me dest bi gerê kir. Feqîrekî pêşwaziya me kir û li wê derê me bihîst ku mirovên xwe dişkênin jî henin carinan tên vê derê û Baba Çawiş jî semboleke mirovên vê derê û baweriyê ye.

ciyamazilales

Ku em dikirana derbasî hundur Avahiya ku Turbeya Şêx Adî bibana hişyariyek hişk hat ku em pêl şêmûga derî nekin. Ev jî dibû gunehek an eybek. Û xwas birêçûn jî ji ber baweriya ku giyanên mirovan hemû li nava vî bexçeyî û nava avahyan in û ji bo em wan neêşînin bû. Em sê caran li dora turbeya şêx Adî zîvirîn û me girêkên cawê rengo rengo vekir û girê dan. Li cîhê ku tije kûzê di çêkirina zeytê de dihat bikaranîn û hê gemar û qilêra wan jê nehatibû paqijkirin em geriyan. Wêne, poster û risim qet tunebû li dîwaran, tevlî Melekê Tawis jî li hemû avahiyan. Tenê li devê derî fîgura marekî reş hebû.

Piştî gereke bi lezgînî ji bo ku piyên me neqerise em derketin, lê me wênekişandina bi Feqîr re ji bîr nekir. Û li nava wan avahiyan cîhê pêşûştinê jî tunebû, em daketin cihê qurbanserjêkirinê me piyên xwe şûştin û li siyareyên xwe pêledar bûn.

Di vegerê de hevalê mazûban got ku em dê di rêya nava çiyê re herin da ku em wê xwezaya herêma şêxan jî bibînin û em bi rê ketin. Her ku em bi jor de diçûn mijê dîtina rê bi tûmî nedihişt, ji ber wê yekê jî jîp pir hêdî dimeşiya. Lê min tahmeke bêhempa ji wê nêrînê stend. Çand sal bû ku bi hisrete wê xunaviyê, wê mija şil û deviyên ku baran çipik çipik ji ser pelên wan dadiwerivîn û diketin erda bi pûşê zer û pelên hişk bûm. Tenê şivanê ku bi kulavê hirî û berx û karên wî mîh û bizinên ku ava baranê ji mûyê wan diherikî erdê tunebû, lê min ew jî xeyal kir û şivan jî di wê dîmena hişê xwe de bi cîh kir. Mij, baran, deviyên bi pelên hişk, pûşê zer û şivanê li ber pez û bi kulavê hirî çoyê xwe li kevirên spî û axa sor dixist di dilê min de cîh girt ku qet dernekeve.

… Û Ber bi êvarî em ketin nava bajarê Duhokê. Piştî li sûkê gereke dîsa ji bo alavkirînê em hatin otêla xwe û me dest bi amadekariyên vegera Bakurê Kurdistanê kir…

(… dê bidome…)

dîtin: 799

Pêveker:

gera laleşê