• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gerîla û şervanî, Kurdistan û Kobanî

Gerîla û şervanî, Kurdistan û Kobanî


barkirin: Rezber 11, 2014, 12:31


Keçeke ciwan li ser textê nexweşiyê razayî û bi dilekî tije soz û eşqa ji doza Kurdistanê re wiha dinalî:
Kobanî îro xemgîne / Dişewite laş bi xwîne
Hêsirê çavan dibarîne / Axxx Kobanî…“
Ew birîndare û tevî ku hevaleke wê li ser derman û kewandina birênên xedar ên piyê wê dixebete, ew bi dengekî nerm awazên xwe didomîne. Şervaneke YPJê ye ku salên dirêjin bi hevalên xwe re li dijî paşvero û Daîşê di şerekî giran û bêeman de ne. Ew dizane ka ji bo kîjan armancê birîndare û tevî hemû êşa di laşê wê de, bi rûyekî şirîn û kena li ser lêvan gotina strana xwe didomîne:
Ciwanê wê çek rakirin / Rext û bombe hêriş kirin
Gole bi singê wan werkirin / Bijî her du hêzên şervan
Kobanî warê Şîlan / Warê Viyana pakrewan
Warê Sadiq, warê Qendîl, warê Akifê xwendevan….“

Strana wê strana li ser Kobanî ye ku îro wek „ eniya parastina mirovahiyê“ hatiye binav kirin. Ez navê wê hevala çeleng nizanim lê weke xuyaye ew jî şervaneke bênav û nîşane ku piştre min zanî bi wê birîna xedar tevlî nava kerwanê şehîdên doza azadiyê bûye. Wek hevalên wê dibêjin, ew heya saniyên dawî a jiyana xwe diqêrîya: Kobanî îro xemgîne….“ Û navê bajarê ku îro wek „eniya berxwedana li dijî cehalet û hovan“ hatiye nasîn, li ser lêvên wê bû. Gelo ma wê dizanî ku Kobanî yê bibe nasnameya xebat û doza Kurdên rojavayê Kurdistanê? Ma wê dizanî ku bi navê Kobanî re hemû Kurdên Kurdistanê yê bibin yek? Gelo ew hemû eşqa wê şervana ciwan û xwedî îrade ji kû dihat û ji çi re bû?!

536255_719479318134647_2529425416770267931_n

PKK xwendingeha mirovahiyê
Di 35 salên derbasbûyî de medrese an jî xwendingeha PKK destkeftên mezin pêşkêşî civaka Kurdistanê kirine. Berhemê herî girîng û yêkê yê vê xwendingeha mirovahiyê ewe ku êdî Kurda bawerî bi hêza xwe heye. Li pey vê baweriyê jî „îradeyek polayîn“ şîn bûye ku êdî bi eşkerahî xizmeta geşkirina bîr û ramanên azadîxwaziyê dike. Berhemê duyê yê vê hereketa mezin „ wekhevîya mirovan“ e. Ew bi bêferq û cudatî rê li ber keç û xort, jin û mêr, gundî û bajarî“yan vedikin ku bi îradeya xwe a zatî hez û hêza xwe di piraktîkê de eşkere bikin. Di rêbaza PKKê de çînayetî tune û hemû kes mîna hevin. Tenê tiştê ku mirovan ji hev cuda dike „ kar, îrade û xebat“a wane.
„Xwenaskirin“a Kurda belkî destkefta herî berçav a hereketa PKKê be ku dûr ji hemû rengên xweperestî an jî egoîsimê bi ked û xwîneke pir zêde ji înkargeran re gotin:“ Em hene, ji gelekan jî esîltir û kevnartirîn… hûn nikarin navê Kurd û Kurdistanê înkar bikin.“

Qehremanî û canfîdayiyên li Kobanê
Şervan û kadroyên herekata azadî li bakurê Kurdistanê di gotin û kirinê de semîmiyeta xwe îspat kirine. Em dîmenên vê rastiya dîrokî îro li Kobanî dibînin. Arîn ji Efrînê bû. Keçeke ciwan, xwîn şirîn û xwendevan bû. Ji rengê rûyê wê eşkere bû ku„ keça êş û elemên jiyanê “ ye. Em vê rastiyê di nêrînên wê yên tije hez û hêz de dibînin. Baş li wêneyên Arînê temaşe bikin. Ew bi ken û nêrînên xwe bi mere diaxive:“ Kurdino ez ji jiyana birûmet û keramet hez dikim. Ezê ji bo van nirxên giranbûha canê xwe jî pêşkêş bikim, lê hûn jî vê eniya me a siyanet û şerefê vala nehêlin…“.
Û me dît ku Arîn jî ket ser wê rêbaza pîroz a ku beriya wê Zîlan, Birîtan, Besê, Leyla Qasim, Margirêt, Ronahî û sedan keç û jinên din yên qehreman têde derbas bibûn.
Beriya ku Arîn Kobanê bike cehnema paşveroyên herî rûreş ên cihanê, hevala Zîlan jî Dêrsim ji generalên Kemalîst û cinayetkar re kiribû kona mişkên tirsinok. Zîlanê bi çalakiya xwe mejîyên tenbel û wijdanên razayî hejandibûn. Wê di dawiyê nameya xwe de wiha nivîsandibû:“ … serokê min xweziya tiştek ji canê min bihagirantir hebûya ku min pêşkêşî we bikira…“.
Beriya Zîlanê jî li çiyayên Kurdistanê keçeke wêrek û çeleng teslîmkarî nepejirandibû û li hemberî rezaleta xayîn, xwefiroş û hevkariya wan a bi faşîstan re bibû bûka çiyan û bi tilî-lîyan xwe ji serê çiyayên bilind avêtibû xwarê. Hingî generalên Tirk û xûlamokên wan ên welatfiroş li hev nêrîbûn û bêdeng mabûn. Wan hingî di bêdengiyê de ji hev re gotibûn:“ îradeya vê rêbazê bi me nayê şikandin û felsefeyeke insanî li pişta van çalakiyên mezin heye….“Belê wan ji bîr kiribû ku îradeya wan ji bilindahî û mezinahîya çiyayên Agirî û Zagros jî bilindtir û mezintire.

Dema nû
Îro Kobanî bûye cihê ku her kesê xwedî wijdan dikare li wira hev û din hembêz bike. Careke din Kurda li wira hêza xwe a leşkerî û siyasî nîşanî dost û dijminan da. Beriya wê jî li Oremar û Heftanîn gerîlayên qehreman dersên baş dabûn artêşa Erdogan û hevalbendên wî, lê ew hîna jî pêve neçûne an jî baştire bêjim tenbîh nebûne. Bi fîdakariya qehremanên weke Ceylan, Arîn û hevalên din re Kurdan peyama destpêka demeke nûtir dan cihanê:“ Êdî bi bê li berçavgirtina hêz û daxwazên Kurdan kes nikare bi paşeroja me bilîze…“
Nasmaneya exlaqî û modêla birêveberiya li Kobanî rûçikê rastîn yê terorîstan eşkere kir. Daîş xwedî nêrînên Makyavelîstî û faşîstî ne. Lê Kurd û serkêşiya wan modern difikirin û bi demê re ber bi pêşve diçin. Duh Asiye Ebdulah di hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû:“ Kobanî tenê a Kurdan nîne û li wira hemû rengên Rojhilata Navîn hev û din hembêz kirine. Paşeroja Kobanî dikare xwedî bandor be li ser hemû demokratîxwaz û kesên ku bawerî bi paşerojeke baştir li welatên herêmê hene. Parastina Kobanî parastina mafên wekhevîyê ye. Niha keç û jinên me ji bo cîgîrkirina van rastiyan canê xwe fîda dikin. Ev derca dawîya a fîdakariya wan kesane ku armanca wan duristkirina paşerojeke baştir ji bo Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn e. Armanca me parastina nirxên mirovahiyê ye“.
Belê êdî divê Daîş û alîgirên ramanên wan yên pûç vê rastiyê fam bikin kun dema Makyavelîst û xweperestan bidawî bûye. Êdî Kurd baş dizanin ku bi dagîrkirina Kobanî re peywendiyên AKP û Daîşê berfirehtir dibin. Ewê ji wira petrolê derbasî cihana derve bikin û hêzeke zêdetir bibin hundirî Sûriyê. Bi vê rewşê re Daîş yê bêtir ji berê tevkujî, tirajêdiya insanî, hovîtî û şikandina kerameta keç û jinan bidomîne.

Erdogan û herêma Tampon
Beriya çend rojan çû Entabê û di nava penaberan de wiha qêriya:“ Kobanî jî yê bikeve …“.
Di vê rewşê de ku Kobanî wek giravekê li dijî hêza herî paşvero a cihanê li ber xwe dide, tenê qeşmer dikarin li pêşberî ewqas mirovan wiha biaxivin. Wî bi girnîjîneke sextekarane peyameke wiha da hevalên xwe yên Daîş ku beriya wê jî li ser azadkirin 49 kesan ew li hev hatibûn. Lê divê qeşmer baş bizanîbin ku Kobanî nakeve û Erdogan jî tenê yê di xewnê de duristkirina herêma Tampon û ji nûve avakirina împiratoriya Osmanî bibîne. Xweziya di wan kêliyan de ji nava penaberan kesekî/ê sola xwe derxista û li nava çavên Erdogan bida ku aqil hatiba serê wî.
Di salên derbasbûyî de astengiyên ku Tirkiyê li dijî ketina sîstemên totalîter li herêmê encam dane, pilan û projeyên AKPê ên li dijî Kurdan baştir bi me didin nasandin. Ew bêtir ji desthilata PYDê dixwazin Daîş li rojavayê Kurdistanê xwedî otorîte bin. Sedem jî ewe ku di çend salên derbasbûyî de li bakurê Kurdistanê PKK pêngav bi pêngav pêş ketiye û rastiya „pirsgirêka Kurd“ raxistiye ber çavan. Erdogan, AKP û parlementoya wî êdî nikarin xwe ji rastiyan vedizin. Tevî ku di piraktîkê de ew li dijî siyaseta Amerîka derketine, lê hinek alî dîsa jî naxwazin bizanîbin ku hemû armanca Erdogan têkşikandina hereketa azadiyê li Kurdistanê ye.
Îro Kobanî ji her hêlêve hatiye dorpêç kirin. Li bakur AKPê û ji başûr, rojava û rojhilat jî Daîş heye, lê gûherandinên siyasî di çend salên derbasbûyî de bêtir ji her carê „pirsgirêka Kurd“ nêzî çareseriyê kiriye. Avakirina hikûmetê li başûrê Kurdiustanê, hebûna hêzeke nû a bi navê petrolê û firotina wê, bihara Erebî, hêrişa Amerîka bo ser Îraqê, şerê li Sûriyê, avakirina sê kantonan li rojavayê Kurdistanê, hatina Daîşê û taktîkên AKPê, mezinbûna hereketa PKK di qada siyasî û piraktîkê de û hwd tev ew faktorin ku tenê bi avabûna „dewleteke serbixwe a bi navê Kurdistanê“ cihana demokratîk dikare jêre bibe bersiv. Bi vê re ye ku êdî em dizanin pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke navnetewî. Ji bo bidestxistina van destkeftan jî carna tevkujiyên giştî, carna rev û koçberiyên bi komel û carna jî meztirîn tirajêdî bûne para Kurdan. Ji bona wê jî divê êdî mineta Kurdan bi ti hêz û kesan nemîne. Ev rêbaza insanî yê heya serfiraziyê bidome.

Kakşar OREMAR
09.10.2014 Düsseldorf

dîtin: 493

Pêveker:

gerîla û şervanî kurdistan û kobanî