• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Girtin, ji kar avêtin têrê nake, îcar sirgun dikin

Girtin, ji kar avêtin têrê nake, îcar sirgun dikin


barkirin: Gelawêj 29, 2017, 5:13


Li Riha û Dîlokê ji ber hinceta ku ew endamên Egîtîm Senê (sendîkaya perwerdehiyê) ne cihê 682 kesan bi zorê guherandin û ew şandin bajarên cuda.

Li Navenda Egîtîm Senê daxûyanîyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî agahiyên ber destan li Rihayê 367, li Amedê 264, li Dîlokê jî 51 endamên Egîtîm Senê beriya cejnê surgunê bajarên din kirine.

Em wekî Egîtîm Senê, em ê li dijî hemû cure zextan, li dijî lêpirsîn û surgunan rawestin, em ê  mafê zarok û xwendekaran biparêzin. Ji ber vê yekê divê bê zanîn ku em ê heta dawiyê ji bo mafên xwe yên hiqûqî têbikoşin.

Îro Şaxê Egîtîm-Senê yê Amedê  helwesta xwe ya li hemberî biryara Wezareta Milî ya Perwerdehiyê ya bi zorê cih guherandinê nîşan da.

Hat diyarkirin ku agahiya biryara sirgunê ji mamosteyan re hat şandin. Her wiha Şaxê Egîtîm-Senê yê Amadê  da xuyakirin ku ji erkê bidûrxistin têrê nekir, ji kar avêtin têrê nekir, girtin têrê nekir, îcar sirgun dikin. Em ê li hemberî vê neheqiyê serî netewînin û berxwe bidin.

 

​​​​​​

dîtin: 236

Pêveker:

egitim sen sendîkaya perwerdehîyê karsazên kurd