• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Google ji bo êrîşên ser penaberan tête bikaranîn

Google ji bo êrîşên ser penaberan tête bikaranîn


barkirin: Pûşper 15, 2015, 8:23


Rastgirên tundraw yên Elman bi rêka Google Maps wargehên penaberan destnîşan dikin û êrîşê dibin ser wan deveran.

Nexşeke bi arîkariya Google Maps hemî deverên Elmanya yên ku penaber têde bi cih bûne, bi navnîşan, hejmarên mala û hetanî bi hejmarên telefona jî destnîşan kiriye. Di vê nexşê de aşkere wargehên penaberan wekî armanc hatine nîşandan û bo êrîş û şewitandina derfetekî mezin bo rastgirtên tundraw yên Elman ava kiriye.

Ji aliyê rastgiran ve helmeta – Ez wargeha penaberan wekî cîranê xwe naxwazim- hatibû destpêkirin. Vê însîyatîfê bi hezaran rastgirên tundraw yên Elman civandibûn û dijî penaberan li gelk bajarên Elmanya êrîş zêde kiribûn. Di sala 2014 ê de gelik êrîşên wekî lêdan, kuştin, şewitandina xaniyan pêk hatibûn. Sala îsal jî ev êrîşana zêdetir bûn û li gelik bajaran bi awayekî fermî xwepêşandan dijî penaberan pêk hatin.

Li gorî nûçeya Spiegel ya Elmanî hindek kesan di google Maps ê de bi zanebûn nexşek biceh kirine û deverên penaber lê dijîn yek bi yek bi navnîşan û hejmara xaniyan pêşan dane.

Li gorî nûçeyê karmendeke Google ya Elmanya diyar kiriye û gotiye parvekirin û bicehkirinên ne li gorî pîvan û rêbazên me bin ji xwe dê ji nav googlê bêne avêtin.

Lê belê bi çi rengî ev nexş ketiye nav googlê û ji aliyê kê ve hatiye amadekirin aşkere nebûye.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku dirêjeka van navnîşanan di torên civakî de ji aliyê rastgiran ve hatine parvekirin û gefeke mezin ya êrîşê li ser van wargehên penaberan ava kiriye.

dîtin: 525

Pêveker:

google ji bo êrîşên ser penaberan tête bikaranîn