• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gotar: Ez siyasetmedar bûma…Mervan Serhildan

Gotar: Ez siyasetmedar bûma…Mervan Serhildan


barkirin: Gelarêzan 24, 2014, 11:22


Li bakurê Kurdistanê, li qada legal siyasetmedar bûma; min ê raporek amade bikira û di civîna yekemîn a siyasî de bigota, “Gelî hevalên dilovan, li ber me û gelê me ‘perspektîfeke dîrokî’ vebûye. Di riya ‘xwedîderketina îradeya gelê kurd’ de, divê em hestiyar bin û rê nedin ku rayedarên dagirkeriyê êrîşî vê îradeyê bikin. Mafê dagirkeran tune ye ku ji gelê Kurdistanê re bibêjin, ‘vandal, binik, xwînxwar’ û hwd.

Lewre vandalîzma herî binik, dagirkirin û îstîlakirina welatan e; binpêkirina îradeya gel û civakan e” “Bi armanca ku em ‘azadî û demokrasiya gelê Kurdistanê’ misoger bikin, divê em nirxên ‘civaka demokratîk’ bi pêş bixin. Rêgeza bingehîn, ‘xwerêxistinkirin û xwerêvebirin’ e. Divê civak, ji aliyê berxwedêrên heman civakê ve bê birêvebirin.

Hişmendiya ku dibêje, ‘em bêkêr in, lewma rêveberên me bila ji derve de bên tayînkirin’; dûrî ‘feraseta modernîteya demokratîk’ e” “Xweseriya demokratîk, li ser ‘nirxên taşeronbûn û takekesbûnê’ ava nabe. Di rêveberiyên herêmî de bi destên ‘mutehîdên biçûk’, gelo em ê hevîrê ‘cîhaneke demokratîk’ çawa bistrên û bipêjin? Kongreyên ku em pêk tînin, divê bersiva ‘divêtiyên avadaniya xweseriyê’ bidin.

Pêwist e em tevahiya ‘barê berxwedanê’, navêjin stûyê Serok Apo û kadroyên pêşeng. Heke di kongreyan de em ‘jiyana komî û komunî’ berz bikin û di kirdariyê de jî ‘taşeroniyê’ biceribînin, encamê nade. Di warê bazirganî û pîşesaziyê de, di warê endezyarî û mîmariyê de, di warê çand û hunerê de; hem jî di warê ‘xizmet û turîzmê’ de divê em ‘yekbûn, kombûn û kooperatîfbûna xwerêveber’ pêk bînin û li ser van nirxan bimeşin.

Kar û xizmetên rêveberiyan di bin hostatiya ‘koma hilberîneran’, ‘koma endezyaran’, ‘koma pîşesazan’, ‘koma weşangeran’ û hwd de bimeşe; wê riya serkeftinê ronîtir bike…” “Ji dêlva civînên domdirêj, divê em ‘perwerdehiya kadroyan’ esas bigirin. Perwerdeyî, refleksên afirîner distewîne. Li cihên ku perwerdeyî pêk neyên, valahiyên ku dertên, bi ‘nirxên dogmatîzmê’ tên dagirtin.

Dogmatîzm jî berxwedanê ditengijîne. Çarenûsa civakê, bi çend siyasetmedarên navendî ve, girêdide; ‘birayên mezin’ diafirîne. Di elîtîzmê de ‘Elî dihere Welî tê, Welî dihere Elî tê’… Ev jî, civakê bi ber eklektîzmê ve dajo. Lewre piştî demekê hinek kes û derdorên elît, dolava piştevaniyê digerînin û hêdî hêdî nirxên civaka demokratîk diqurfînin.

Li gorî berjewendî û bendewariyên xwe, bîryarên klîkparêz werdigirin” “Di kar û xebatan de û di wergirtina peywiran de; divê em ‘pêşbaziya demokratîk’ esas bigirin û xweseriya saziyan bihefidînin. Divê em rêveberên xwe di çarçoveya wekheviyê de û bi ‘rêbazên demokratîk’ bibijêrin. Di saziyan de, komîsyonên ku bi armanca ‘bijartina rêveberiyê’ tên afirandin, divê ‘platformên pêşbaziya demokratîk’ amade bikin; ne ku rêveberan tayîn bikin… Tew, ‘tayînkirina endamên desteya xwe’, divê teqez nekin; lewre dijdemokratîk e” “Der barê ‘mafên jinê’ de, pêdivî bi ‘perwerdekirin û rehabîlîtekirina jin û mêr’ heye ku ‘nirxên hevjiyanê’, biferikînin.

Mijara mafên jinê, divê di navbera zayendan de nebe amûra tolhildêriyê. Bi pratîzekirina hişmendiya ‘jina çalak’, divê armanc, bidestxistina ‘rastiya hevjîn, hevast û felsefî’ be. Her wiha divê ‘masûniyeta malbatî’ her tim bê parastin. Lewre ‘malbat’, di dîroka civakîbûnê de, hêmaneke bingehîn e…” “Ragihandin, nirxeke sereke ye; baskên tevgerê, berfireh dike.

Heke em di warê ragihandinê de ‘ne serkeftî’ bin, doza me çiqasî mafdar û pîroz be jî gel ‘bang û hewara me’ nabihîzin. Bêyî ragihandineke şênber ‘bidestxistina girseyîbûnê’, ‘ahengîsaziya tevgerê’, her wiha ‘seferberkirina gel û civakên berxwedêr’; ne mumkûn e. Perwerdeyî, rêxistinbûn û ragihandina bi zimanê dayîkê; ‘nirxên jêveneger’ in” “Bi armanca ku ‘pergala dorpêçkirina Kurdistanê’ bişkê, xurtkirina ‘têkiliyên navneteweyî’, pêwist e.

Helwesta DYA’yê ku alîkarî da berxwedêrên Kobanê jî û bîryara meclisa Rusyayê (DUMA) ku piştevaniya kurdistaniyan îlan kir jî; divê di platformên navneteweyî de, ‘bi kirpandin’ bên ziman. Çawa ku doza kurd ‘kêşeyeke herêmî û navneteweyî’ ye; divê siyaseta kurd jî bi danûstendinên navneteweyî, ‘rewabûna dozê’ misoger bike…”

Azadiya Welat

dîtin: 584

Pêveker:

gotar ez siyasetmedar bûma