• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gula Geş a Wêjeya Kurdî Mesture Kurdistanî

Gula Geş a Wêjeya Kurdî Mesture Kurdistanî


barkirin: Gelawêj 13, 2017, 2:19


Xusrewim wehar, Xusrewim wehar 

Ya şa nebûwe îmsal newehar  

 

Ber neyan, we ber gulan ce gulzar 

Nekro dirext şikofe îzhar  

 

Ne sehn çemen, newano bilbil 

Henî ne nîşo jale ne rûy gul  

Nilûfer ta heşr, ber ne yoce aw 

 

Ce rûy gul surx nekêşî gulaw  

Wenewşe û sumbul, nesrîn û şewbo 

 

Ta qam qiyam berneyan ce ko  

Susen û lale, re’ina û gulezerd 

Henî sewz neban çenî soz û derd  

Spay gulalan, xwar û nigûn ban 

Axem! Qumay merg didey, şehlay to

Yaşa kes nêrgiz nekro we bo   

Bigêro we des, her kes desey gul

Wêney nêş xar bipêkoş ne dil  

Qeyqeheykebkan, neyo ne kosar

Nereng gul bo, ne bezm gulzar  

Berejosuweyl, îmsal çon salan

Reng sûr berg newhalan  

Peyçê, xusre û bend ne toy mezaran

“Mesture” ce seyr wehar bêzaran 

 Wate: Ey Xusrew! Ya Xuda bila îsal bihar neyê û dar û ber nebişkivin. Bilbil li mêrg û çîmenan nexwîne, li ser gulan rûnene û lîlûper (Nilûfer) heta roja dawî di nav avê de dernekeve. Binewş, nesrîn û şewbo her  sê jî şîn nebin. Ji gula sor, gulav neyê girtin. Bila leşker û sîpayê gulan pest û birçûk bin, di nava çîn û lalê de jî bila her tim rêyên zer bin û dilê wê tejî xwîn be. Bila lezîna bayê bakur ji nav çîmen dernekeve û bi taybet gulên ce’îferî; semen rihan û beydax şîn nebin. Ey mezin û gewreyê min! Bila piştî te çavên xwe ji vê Cîhanê re girt; ey Xuda! Bila tu kes nekaribe nêrgizê bêhn bike. Bila her kesek destegulekê bigre destê xwe û di dilê xwe de daçikilîne. Bila dengê qebeqeba kewan ji çiyan neyê, bila ne gul reng bide û ne jî gulîzar rengîn be. Ji bo çi Xusrew di nav gulgoyê de bend bûye û Mesture jî ji temaşekirin û dîtina biharê bê aram û bêzar bûye? Ez sond dixwim bi Xudayê yek û teniya di van çend rojên dawiya temenê xwe de; piştî Xusrew Xan temaşkirin û dîtina deşt, çol û gera di nav çîmen û sersew de û gera di nav gul û gulîzaran de; her wisa dîtina gul şemamok û şebûyan, li vê Cîhanê ji min re heram be û ji wan tamê nebînim.

ÎNAMEYA MESTURE KURDISTAN Ev helbestkara hêja, wekî stêrkek geş di asîmanê wêjeya Kurdewarî de diteyîse. Navê wê yê rast Mahşrefa keça Ebûl Hesenê Begê Qadirî yane. Ji aliyê gel ve Mahşref Xanim dihat gotin. Mesture Xanim- Mesture Kurdistan nasnavê wê ye. Mesture Xanim li sala 1804’ê li bajarê Sîneyê ji dayîk bûye û pê avêtiye qada jiyanê.  Kurmamê Mesture Xanimê Mîrza Elî Ekberê Sadiqul ku mêjûya Mesture Xanimê di bin navê “Hedîqey Nasiriyê” de, li ser Mesture Xanimê wiha dibêje: “ Di binemala me de keçek derketiye; navê wê Mahşrefa keça Ebûl Hesenê Beg e. Nasnavê wê yê helbestvaniyê Mesture Xanim e. Ew di zanist, hûner, xetxweşî, xweşnivîs, rastnivîs, vehûnandin, wêje û helbestkariyê de bêhempa bû. Wê nêzîkî bist hezar helbest vehûnandine. Helbestên wê hestbar, xwezayî, civakî û xweştirîn helbestan bû. Ev keça wêjevan û xwedî giyanek pak û ciwan; piştî çil û sê salên jiyana xwe ya birûmet, çavên xwe, li Cîhanê girtiye û li wê Cîhana din ketiye nava xweşiyê.  Ev wêjevana hêja hevsera Xusrew Xanê Waliyê Sîne bû.     Hevserê Mesture Xanimê, Xusrew Xan jî li gel Mesture Xanimê gelek helbest hûnandine û bi hev re xwendine. Hûnerhezî û wêjedostiya Xusrew Xan bûye hoy û sedema vê yekê ku Mesture Xanim di mercên wê rojgarê û serdemê de, di nava wan astengiyên ku li pêşiya çîna jinan hebû, ji bo bişkênîne û bigihe pile û payeyek mezin ya hûnerî û zanyarî, di warê wêje û helbestkariyê de, xebatên bêhmpa dan meşandin û nav û dengê wê li her cihê Kurdistanê hatiye bihîstin û heskirina gel xwe gihand pileya herî jor. Mesture Xanim li sala 1847’ê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kiriye û gora wê di goristana Girt Seywan de hatiye veşartin. 

Gelek berhemên bi nirx nivîsîne û wiha ne: 1.Dîwana Mesture 

2.Mêjûya Erdelan 

3.Namîlkey (Eqayîd û Şer’iyat) 

dîtin: 48

Pêveker:

mesture kurdistanî wêjeya kurdî jînenîgariya mesture kurdistanî helbestên mesture kurdistanî mesture kurdistanî ye?